“Em dİ derbarê vê bangê de gelek bi hêvî ne”

  “Em dİ derbarê vê bangê de gelek bi hêvî ne”

.

A+A-

RÛPELA NÛ/ Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik li ser bûyerên dawî yên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di roja 17.12.2020an de bangî Birêz Serok Mesud Barzanî û Birêveberîya Herêma Kurdistanê kir da ku partîyên Kurdan yên li her çar perçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdên li welatên cihanê  di demek zûtir de di civînekî berfireh de bînin cem hev.

BITIKNE: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bangî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di roja 20.12.2020an de jî banga xwe dûbare kir û got: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye

BITIKNE: Binêrin: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye

Me wê carê jî banga Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, ji Serokê Federasyona  Komeleyên Kurdistanê li Swêd Kovan Amedî û Edîtorê Malpera www.rojnameyakurdistan.com Ahmed Kanî rê pirsî.

 

Kovan Amedî (Serokê Federasyona  Komeleyên Kurdistanê li Swêd):

Li gor min pêşniyarek baş û samîmî ye. Di heman wextê da pirsek gelek hestiyar e. Berê ku bi hemû partiyên Kurdistanî ra civîn çê bikin, partiyên Başûrê Kurdistanê bikaribin civînek di nav xwe da çê bikin, wê baştir nebe? Ji ber ku ev yeka piçek bi pirsên navxweyî ve jî girêdayî nîne? Dû ra  jî civînek bi partiyên hemû  beşên Kurdistanê re çê bikin ku bikaribin helwestek muşterek û Kurdistanî derbixin.

 

Ahmed Kanî, edîtorê malpera www.rojnameyakurdistan.com:

Ev banga Serokê Giştî yê PAKê birêz Mustafa Ozçelik ku bangî Birêz Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Serokê Parlamentoyê, Serokê Hikûmetê û Serokatîya Herêma Kurdistanê kir û got "zûtirîn wext bangî partîyên Kurdan yên li her çar perçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdên li welatên cîhanê bikin û bi wan re civînekê li dar bixin. Di vê civînê da hemû alîyên beşdar di derbarê rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistanê da agahdar bikin. Bila nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê da agahdarîyan bidin. Paşê jî di encama civînê da, em hemû partî û nûnerên Kurdan bi hevdu ra ji bo xeterîyên li ber Başûr û Rojavayê Kurdistanê hene, helwest û sîyaseteke hevbeş netewî, niştimanî tesbît bikin."

Min vê bangê li ser kanal K24 TVyê temaşe kir. Di destpêka axaftinêda ez hinek bifikar bûm ku birêz Mustefa jî wek hinek siyasetmedaran pesnê Rêveberiya Herêma Kurdistanê bide, çewtiyên alîyek kurdan bîne zimên û hêrîşên çar alî yên dagirkerên Kurdistanê, bi taybetî yên dewleta tirkan neyine zimên. Lê dema birêz Mistefa dest bi axatinê kir, min dît ku bi helwestek netewî ji pirsên spîkerê TVyê ra bersivên têr û tije dide. Ew fikara di hişê min da, rabû. Ez bi wê bersivê gelek hestiyar bûm, li birêz Mustefa geriyam min wî pîroz kir.

 

Ez di derbarê vê bangê da gelek bi hêvî me. Jiber ku ez dizanim nûnertiya PAKê li Herêma Kurdistanê heye, dikarin rasterast Birêz Serok Mesûd Barzanî ziyaret bikin. Vê daxwaza xwe bi kurtî pêşkêş bikin. Wek niha ku ji hemû raya giştî ya Kurdistanê ra agahî didin, van pêwendiyên xwe bi raya giştî ra parve bikin.

 

BITIKNE "Banga Berêz Mustafa Özçelik  girîng û pêdivî ye"

BITIKNE Serokê PSKyê Mesut Tek: Bangawaziya Mustafa Özçelik Nişana Dilsozî û Berpisayetî ye

BITIKNE "Banga Serokê PAK Birêz Mustafa Özçelik  di cîh de ye"

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin