Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!

Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî di raporeke xwe ya îro hat belavkirin de destnîşan kir ku Îran ji “tundûtûjiya fîzîkî” ya ku Îlona 2022yan bû sedema candan Jîna Emîniyê berpirsyar e.

Di raporê de herwiha hat ragihandin ku wan delîlên şkenceyê li ser laşê Jîna Emîniyê dîtine.

Jîna Emînî keçeke Kurd a ji bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê bû. Ew 16ê Îlona 2022yan piştî ku ji aliyê Polîsên Exlaqê yê Îranê ve bi tawana binpêkirina yasaya nixumandinê hatibû desteserkirin canê xwe ji dest dabû.

Bavê Jîna Emîniyê ji Rûdawê re ragihand ku keça wî di encama şkenceya polîsan de canê xwe ji dest daye.

Hikûmeta Îranê jî li ser bingeha lêkolînên xwe diyar dike ku ti şopên lêdanê nebûne sedema mirina Jînayê.

Di rapora Neteweyên Yekbûyî ya ji aliyê tîmeke taybet ve hatiye amadekirin de hat gotin:

“Tîm gihîşte wê encamê ku bikaranîna tundûtûjiyê ya di dema desteserkirinê de bûye sedema mirina Jîna Emîniyê.”

Rapor encama lêkolîna Îranê red dike û dide zanîn:

“Hikûmetê li şûna ku lêpirsîneke bilez, bibandor û berfireh li ser vê mirinê ku li gorî yasaya mirovî ya navneteweyî tê xwestin bike, rastî veşartin û dadwerî asteng kir.”

Ji ber kuştina Jîna Emêniya 22 salî li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên berfireh dest pê kirin û piştre gelek kes hatin kuştin û girtin.

Tehranê bi sedan xwepêşander bi tawana têkdanê desteser kirin.

Rapora Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike ku Îranê ji bo bidawîanîna xwepêşandanan “hêzeke kujer a nehewce û bêhevseng bi kar aniye”.

Di xwepêşandanên çend mehan de zêdetirî 500 xwepêşander û hêzên ewlehiyê hatin kuştin û zêdetirî 22 hezar kesî jî hatin desteserkirin.

Îranê heta niha ti bersiv nedane rapora Neteweyên Yekbûyî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin