Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)

.

A+A-

Piştî rêbaza hînkirina Zimanê Kurdî di navboriya salên Rêvebiriya Xweser (RX) a berê de -2013-2017- li Efrînê weke mafekî xweza ji Kurdan re di herêma wan de, Dagîrkeriya Turkiyê ji sala 2018an. Z ve bi awakî mebestkirî dest ji hînkirina wê berda û rêbazên dibistanan bi tevahî guhertin, di pêvajoya pêngavên tetrîkirin û erebkirina herêmê de; Zimanê Kurdî û çawabûna fêrkirin û belavkirina wê ne di çarçewa guhdan û pûtûpêdana destlatên xwecihî yan jî şandên perwede û hînkeriya Turkiyê -yên ku li dû hev seredana herêmê dikin- de bûn, û hebûnek ji navendeke çandî yan amojgeheke taybet yen Kurdî re jî tune ye.

Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Zimanê Kurdî:

Siyaset û kiryarên dijayetiyê derbarî Çand û Zimanê Kurdî de aşkere ye, û weha jî pêngavên tetrîkirin an erebkirina herêmê; Bi ser daxistina metiryala Zimanê Kurdî di “Rêbaza Hemahengiyê” de, ya ji bo dibistanên seretayî û herdu astên amedeyî û navendî ji sala 2018an. Z ve, bi awakî mebestkirî hate xemsarkirin, û bi riya van pêngavan:

– Weke zimanekî fermî -li rex Erebî û Turkî- vê re danûstandin nehat kirin.

 Weke metiryaleke bijarteyî/neneçar -ta ji Xwendekarên Kurd re jî- hate bikaranîn, û ji herdu pirogramên bawernameyên amedeyî û navendî hate avêtin/hilanîn, di heman dema ku herdu Zimanên Erebî û Turkî weke du metiryalên neçar hatin bikaranîn, û herweha xwendekar jî di pola wê/wí de dişkînin, dema ku radeyên wê/wî asta nizim ji serketinê di herdiwan de derbas nekin.

– Taybetkirina katine dersdayînê jê re, kêmtirî yên taybetkirî ji yên Erebî û Turkî re.

 Beşek ji Zimanê Kurdî re -mîna yên din- di “Kolîca/Kolîja Perwerdeyê li Efrînê – Zanîngeha Xazî Entab” de tune ye, û herweha ne amojgeheke taybet jê re, an beşek di “Zanîngeha Heleb El’hure – Ezazê” de, û an jî korsên li dû hev di Amojgeha Bilind a Zimanan li Zanîngeha Ezazê, ji bilî korseke sêwî tê de.

– Mandina bi dehan dibistan -bi taybetî li gundan- bê mamosteyên Zimanê Kurdî ne, an jî spartina çend dibistanan bi mamostekî tenê, da ku nikanibe erkên xwe bi cih wîne; Û tu korsên amedekirinê an jî bilindkirina astê di Zimanê Kurdî de ji hilgêrên bawernameyên navendî û zanîngehê re nehatin çêkirin, da ku kêmasiya ku di kadroyên fêrkirinê de heye were dagirtin, lê di heman demê de korsên li dû hev di warê Zimanê Turkî de têne çêkirin, ji aliyê “Kargêriya Perwerdeyê” ve û bi hevkariya “Navenda El’anedol û Navenda Yûnês Îmre yên Candeyî yên Turkî”; Û pêşbirkeke tenê jî ji bo bicihkirina/peydakirina mamosteyên Kurdî -mîna pêşbirkên metiryalên din- nehate vekirin.

 Hejmarek ji mamosteyên Zimanê Kurdî -bi sedema fişaran û tuhmetên/tewanbariyên ku di hundir dibistanan de û li ser rêbendên ewlehiyê ji wan re têne kirin- kar berdan.

– Û dema ku mamosteyê Zimanê Kurdî tunebe jî, katên dersdayîna/fêrkirina wê dibin dersên werzişê an jî wênekirinê.

  

 

= Saziyeke Islamî ye Pakistanî gundine niştecîkirinê digre: 

Ji bo tewawkirina pirojeya xwe ya bi navê “Herêma Aram” – Bakurê Sûriyê, û bi armanca kûrkirin û çespandina guhertineke demografî ye fere li Herêma Efrînê, Hikometa Turkiyê saziyeke Islamî ye nû derbasî cîbcîkirina pirogramên xwe kir, û ew jî “Navenda vexendeya/El’de’iwe El’îslamiyê – Keratşî/Pakistan” û “Saziya Lehî/Feyedan a Cîhanî ji bo Fîxana Mirovahiyê – FaizanGlobal Relief (FGRF)” a pê ve girêdayî ye, û di wê derbarê de şandek ji encûmena şêwirkariya navendê bi serokatiya “El’şêx Ebid El’hebîb El’etarî” li 17.01.2024an. Z seredana Bajaroka “Şiyê” kir, û serkeftina avakirina gundekî niştecîkirinê ye nimûneyî ye nû (ji /96/perçemalan/şiqeyan, mizgeftek, du dibistanên olî ji bo xort û keçan û herweja binevahiyan/binesaziyan pêk tê) ragîhand, bi hevkariya rêvebiriya bobelat û awerteyên Turkî “Afad” û “Komela Anda ji bo lêgerînê û rizgarkirinê – ANDA ARAMA KURTARMA” – Biryargeha wê ya serekîn li Anqerê ye û bîrdoziya wê jî “Netewa Turkî” ye; Li ser perçerdekî li nêzîk avahiya dermangehkirinê/mistewsefê li Bajarokê, û ew perçerd jî yê van hemwelatiyan e “Yûsêf Me’imo, Mistik Ibrahîm, Xoce Hisên, Cemîlê Xelê”, û yê ku Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” li Avdara 2018an. Z dest danîne ser, bi serpereştiya endezyarekî Turk dûz kirine da ku pirojeyeke weha li ser bidin cîbicîkirin, û bê ku ta niha nirxê êrd bidin xwediyan.

Herweha “Kenala Medenî ya nûçeyan – Stasyûneke ragîhandinî girêdayî Vexwendeya /El’de’iwe El’îslamiyê ye” li ser rûpela xwe ya Fêsbokê li yekî Reşmeha/Sibata 2024an. Z nûçeya imzekirina kontirolekê di navbera “Saziya Feyedan” û “Sekna/weqfa Diyanet a Turkî” de -ye ji bo avakirina /84/ malên nû- belav kir, û piştî çend rojan kevirê bingehîn ya “Pirojeya Gundê El’medînê” li nêzîk Gundê “Keferomê” – Navça Şera hate danîn; Û di perçevîdiyoke heman kenalê de, li 29.01.2024an. Z, “El’şêx El’etarî” nîşanî avakirina hezar perçemalî/şiqeyî li nêzîk Bajarê Efrînê dike, lê hûrgiliyên wê hîn aşkere nebûne.

Were bîranîn jî ku ev navend li sala 1981an. Z hate damezrandin, şax û çalakiyine wê yen vexwendina Islamî li hundir Pakistanê û bi dehan dewletan li ser asta cîhanê hene (jê Turkiyê û Birêtaniya û Emrîka), toreyeke wê ye ragîhandinî ye mezin heye, û “El’şêx Mihemed Umran El’etarî” serokatiya encûmena şêwirkariya navendê dike.

= Gundê “Cod” yê niştecîkirinê:

Li yekê Rezbera/Êlûna 2023an. Z, “Hevkargeha/kompaniya Rewasî” nêzîkbûna avakirina Gundê “Cod” yê nimûneyî yê niştecîkirinê (yê ku ji /96/perçemalên/şiqeyên rûniştinê, mizgeftekê, dibistanekê, xezaneke avê, toreya ava vexwarinê, toreya xerckirina ava gemarê û rê û meydanan pêk tê) ragihand, û ew jî bi perên “Komela Cod ya Xêrxawaziyê ya Kiwêtî” û cîbicîkirina “Komela Xazî Şam a Hînkirin û Çand û Fîxaniyê – Entab/Turkiyê”, li cîgeheke nêzîk Gundê “Xalta” – Çiyayê Lêlûn, û bi /7/ KM xêza nêrînê ji Bajarê Efrînê bi aliyê Başûr Rojhilat ve dûr; Û berî ku hemî karên wê yên zêde/nebingehîn jî werin dawîkirin, li 15.02.2023sn. Z mal radestî anîndeyan hatin kirin.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

 Li 04.02.2024an. Z, Hemwelatî “Fethela Ebid El’henan Mihemed /72/sal” ji xelkê Gundê “Emara” – Navça Mabeta, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve, bi tewanbariya/tuhmeta têkeliyê bi (RX) a berê re, û bo Bajarê Efrînê hate şandin, û ta niha di Hepsa “Maratê” ya navendî de bêsûcane girtî ye; Ew jî piştî vegera wî di gel hevjîna wî bi dora sê heyvan ji ciyê penaberiyê Heleb bo gundê xwe; Û Milîseyên Asayêşa Ezazê jî kurê wî “Şêrzad” tevî hevjîna wî “Rozelîn” li 01.02.2024an. Z bi heman tewanbariyê, li dema vegera wan bo gund, û ta niha bêsûcane girtî ne.

– Li navîna Reşmeha/Sibata 2024an. Z, Hemwelatî “Ayşe Dilo” – hevjîna “Cemal Qadêr Bîlal” ji xelkê Gundê “Bîbaka” – Navça Bilbilê, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, û piştî deh rojan ji bendkirinê û ferzkirina baceyeke diravî li ser hate berdan.

– Li 22.02. 2024an. Z, Hemwelatî “Ebid El’rehman Şeref kurê Hesen /58/sal, Ziyad Şeref kurê Sebrî /63/sal, Ehmed Dilo kurê Mihemed/ê ku bi “Salan” tê nasîn /58/sal” ji xelkê G. “Bîbaka” – N. Bilbilê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tewanbariya têkeliyê bi (RX) a berê re, piştî vegera wan li Rezbera 2023an. Z ji ciyê penaberbúnê Heleb bo gundê wan, û li roja Pêncşemê 07.03.2024an. Z û piştî ferzkirina  baceyeke diravî li ser “Ebid El’rehman” hate berdan, û yên mane jî ta niha bêsûcane girtî ne.

 Piştî vegera wî ji ciyê penaberiyê Heleb bo gundê xwe ji dora deh rojan ve, Hemwelatî “Umer Hisên Umer /32/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê Çê” – N. Bilbilê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ye.

 Li 02.03.2024an. Z, Hemwelatî “Doxan Ebdo Bekir /65/sal” ji xelkê Gundê “Goliyê Jorin”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (R. X) a berê re.

 Li 04.03.2024an. Z, Hemwelatî “Resûl Qenber Reşîd /49/sal, Sibhî Ukaş Bîlal /62/sal” ji xelkê Gundê “Maseka” – Navça Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Reco” ve, bi behaneya pişikdariya wan di payandina şevayî de li dema (RX) a berê, Û piştî ferzkirina baceyeke diravî/300/Dolar Emrîkî li ser her yekî ji wan, li 06.03.2024an. Z hatin berdan.

= Binpêkirinine din:

 Piştî desteserkirina Milîseyên “Lîwa’i El’weqas” ji Gundê “Aşkê Xerbî” re – Navça Cindirêsê li 2018an. Z, dest danîn ser mala Hemwelatî “Eynat Bekir” û vêrgine mezin li ser malmewdanên wî ferz kirin, bi behaneya bazirganiya wî li gel (RX) a berê, ji ber wê neçar bû ku li Bajarê Cindirêsê bi kirê rûne; Bi ser de jî endamekî “El’weqas” dozeke dadgerî li dijê -bi tuhmeteke çêkirî- vekir, da ku tibabeke diravî ye mezin jê werbigire, û ta niha doz berdewam e, û merivên wî li gund jî newêrin li dadgehê jê re şehadetê/şadeliqiyê bikin! Û li vê dawiyê “Eynêt” mala xwe vegerand, piştî ku “El’weqas” ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ve -li Cotmeha 2022an. Z- ji gund hatin qewtandin.

 Li vê dawiyê, “Şêx Hisên” birayê “Ebid El’kerîm Cemal Qesûm” – serkêşê Milîseyên “Lîwa’i112” radibe perçerdê (“Serînca Şe’ibê” – derbasgeha Bajaroka “Be’idîna”) dûz dike û şênber û pêdiviyên avahiyan lê dîdine, da ku avahî û avjenîgehekê ji xwe re li ser ava bike; Divê bê zanîn ku ew perçerd ê malbata “Şe’ibên” e, û bapîrê malbatê yê dilovanber “Hec Şe’iban” ew baxşand ji bo kolandina serînceke ava vexwarinê ye giştî tê de, lê (RX) a berê jî li dorê gulistaneke giştî ava kir, û rûbera wî erdî dora/1700/M2 e.

 Piştî ku malbata xwîşka wî barkir û mala bavê wan a kevin li orta Bajaroka “Be’idîna” vala kir, Hemwelatî “Mihemed Menan Îbiş” xwest kargeheke/werşeyeke dirûtinê di mal de veke, lê “Ebsî El’hemed/Ebas” – serkêşekî Milîseyên “Lîwa’i112” nehîşt ew kargehê bi kar wîne, û ew neçar kir ku malê vala bike da ku dest dîne ser.

 Li vê dawiyê li Bajaroka “Şiyê”, “Mihemed El’casêm/Ebû Emşe” – serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” dest danî ser çend malên nişteciyên resen ji bo daniştina/rûnişkandina merivên xwe tê de, jê: Mala “Seydo Ibrahîm Şêxo” yê ku ew çaksaz kiriye û ji demeke nêzîk ve ji rûniştinê re amede kiriye û diya jina “Ebû Emşe” ya çarê tê de rûniştiye, Mala “Xelîlê Sêwî yê zorane koçberbûyî” – piştî qewtandina malbeteke anîndekirî jê, Mala “Biyanber Ibrahîm Haşêm” – piştî qewtandina malbata birayê wî jê, û Mala “Fatme Ezet Bekir” – piştî qewtandina wê û neviyên wê jê.

Şerê çand û zimanê miletekî resen ji Yasaya Navdewletî re (ya ku doza parastina malmewdanên çandî dike) binpêkirineke mezin û bi robet e, û herweha jî ji “Ragîhandina Neteweyên Yekgirî” re (ya derbarî mafên miletên resen sala 2007an. Z), nemaze ku Turkiyê di vî warî de siyaseteke dijayetî ye rêbazkirî li dijî Kurdan û herêma wan Efrînê bi kar tîne.

10.03.2024. Z

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Pirogramên herdu ezmûnên bawernameya amedeyî û bawernameya navendî bi herdu şaxên wê yên zanistî û wêjeyî – sala 2023an. Z, ên ji aliyê “Kargêriya Perwerde û Hînkeriyê ve li Saxa Zeytûnê” pêşkêşkirî, tenê Metiryalên “Zimanên Erebî, Turkî û Ingilîzî” tê de daketine, lê bê Zimanê Kurdî.

 Ragîhandina pêşbirka bicîkirina mamosteyên Metiryalên “Zimanê Erebî, Zimanê Ingilîzî, Bîrkariyê/Matmatîkê, Felsefe, Fîzîkê, Kêmîkê, Dîrokê, Erdnîgariyê, Mamosteyê Polî, Zanistên Giştî, Rewatiyê” ji aliyê “Kargêriya Perwerde û Hînkariyê li Saxa Zeytûnê” ve, li 21.08.2023an. Z, bê Metiryala Zimanê Kurdî.

 Ragîhandina vekirina Korseke fêrkirinê ji Zimanê Turkî re, ji aliyê “Kargêriya Perwerde û Hînkirinê li Şaxa Zeytûnê” ve, bi hevkariya “Navenda Yûnês Îmre ya Çandî ya Turkî”, û bicîkirîna yên serkeftî weke mamoste ji Zimanê Turkî re, li 12.02.2024an. Z.

 Seredana “Qasêm Tahêr Oxlo – hevrêzkarê giştî ya perwerde û hînkirinê li “Şaxa Zeytûnê”, Enes Şîşman – berpirsiyarekî Rêkxirawa El’riwad li Turkiyê, Mihemed Elî û Xelîl Ibrahîm – du berpirsiyarên Rêxirawa penaberên Turkiyê” bo Efrînê, li 01.03.2024an. Z, ji bo “gengeşekirina tiştê ku rêkxirawên/rêxistinên civaka sivîl kanin di warê hînkirinê û başkirina rewşa hînkirinê û pêşxistina sazûmana hînkirinê de pêşkêş bikin” – li gor “Encûmena Xwecihî li Efrînê”.

 Seredana “Mistefa Masatlî – Waliyê Hetayê bi hevaltiya herdu cîgirên wî”, li 01.03.2024an. Z, ji bo “gengeşekirina pirojeyên pêşxistina binevahiyê/binesaziyê û başkirina rewşa bazirganî û pêşesaziyê li herêmê, û şirovekirina pêdiviyên herêmê ji bo demê li pêş” – li gor “Encûmena Xwecihî li Efrînê”.

 Şahiya belavkirina bawernameyên Zimanê Turkî ji /110/ xwendekaran û pîrozkirina wan re, li “Navenda Yûnês Îmre – Efrîn”, li 02.02.2023an. Z.

– Avakirina gundekî nimûneyî ye niştecîkirinê li Bajaroka “Şiyê” bi pereyên “Saziya Feyedan ya Cîhanî ji bo Fîxaniya Mirovî ya Pakistanî”, li Rêbendana/Çileya 2024an. Z.

 Pirojeya avakirina “Gundê El’medîne” ya niştecîkirinê li nêzîk Gundê “Keferomê” – N. Şera, bi pereyên “Saziya Feyedan ya Cîhanî ji bo Fîxaniya Mirovî” ya Pakistanî.

 Gundê “Cod” yê nimûneyî yê niştecîkirinê.

 Erdê “Serînca Şe’ibo” li çateriya Bajaroka “Be’idîna” bi rûberiyeke dora /1700/ M2, gulîstaneke giştî li dema (RX) a berê.

————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-280-09-03-2024-PDF

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin