Ji bo stranbêjê Rapê Tumac Salihî careke din cezayê darvekirinê hat sepandin

Ji bo stranbêjê Rapê Tumac Salihî careke din cezayê darvekirinê hat sepandin

.

A+A-

Hat ragehandin, stranbêjê Rapê, Tumac Salihî yê ji Çarmehal Bextiyariya Rojhilatê Kurdistan ku di dema xwepêşandanên Mehesa Emînî yên meha Îlona 2022 ya li Îranê, bi tometa organîzekirina xwepêşandanan bi cezayê îdamê hatibû mehkûmkirin û piştre ew ceza ji aliyê mehkema bilind ve zivirîbû cezayê girtîgehê, careke din cezayê darvekirinê hate mehkûm kirin.

Parêzerê Tumac Salihî  Emîr Reîsiyan ji rojnameya Şerq ya Îranê re ragehand ku Mehkemeya Şoreşê a Êsfehanê biryara Mehkema Bilind pêk neaniye.  

Parêzer Reîsiyan got: ‘’Beşa 1ê ya Dadgeha Şoreşê ya Êsfehanê bi gaveke ku şêwazê wê nine, biryara Dadgeha Bilind ya derbarê Tumac Salihî de bi cîh neanî û bi îdiaya ku li ser rûyê erdê xirabkarî kiriye, ew stranbêje bi cezayê herî giran, cezayê darvekirinê mehkûm kir.’’

Di derbarê mijarê de ji aliyê rayedarên dadweriya Îranê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Stranbêjê Rapê Salihî yê ji bajarê Çarmehal Bextiyariyê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî ku Mehesa Emînî di binçavkirina polîsan de jiyana xwe ji dest da, di xwepêşandanên ku di Îlona 2022’an de dest pê kiribû û zêzî 4 mehan dewam kiribû de beşdarî kiribû û daxuyaniyên xwepêşandanê dabû.

Rayedarên Îranê ragehand ku Salihî dema ku xwest ji welêt bireve hatiye desteserkirin û di çapemeniya welêt de dîmenek hatiye weşandin ku tê de stranbêjê Rapê  bi çavên girêdayî lêborîn dixwaze. Malbata wî û mixalifan îdîa kiribûn ku Salihî di girtîgehê de hatiye îşkencekirin û bi derê zorê îtîraf kirin ji hatiye xwestin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin