Grûpeke çekdar du nivîsgehên ENKSyê û Alaya Kurdistanê şewitandin

Grûpeke çekdar du nivîsgehên ENKSyê û Alaya Kurdistanê şewitandin

.

A+A-

 Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku grûpeke çekdar ofîsên PDKSyê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (PYDK) li Qamişlo şewitandin.

Asayîşa Rêveberiya Xweser jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi lêkolînan kirine.

Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDKS) diyar kir ku şeva borî grûpeke çekdar ofîsa partiya wan a li bajarê Qamişlo şewitandiye.

Di heman demê de li bajarokê Tirbespiyê jî grûpeke çekdar Alaya Kurdistanê ya li ser banê nivîsgeha PDKSyê şewitand.

PDKSyê da zanîn ku çekdarên ser bi PYDyê ve ofîsa wan a Qamişloyê û Alaya Kurdistanê ya li ser banê nivîsgeha wan a Tirbespiyê şewitandine.

Asayîşê diyar kir ku kesên nenas 2 baregehên ENKSyê şewitandine û wan dest bi lêkolînan kirine.

“Ev ne cara yekem e”

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSyê Nafî Ebdullah li ser bûyerê anî ziman:

“Şeva borî Ciwanên Şoreşger ên ser bi PYDyê ve agir berdane ofîsa me ya rojhilatê Qamişloyê.

Ev kiryarên xerab in, nakevin yekrêziya mala Kurdî. Dikevin xizmeta dijminan.”

Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê Fesla Yûsif jî beşdarî bultena Rojava ya Rûdawê bû û li ser bûyerê zanyarî dan.

Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (PYDK) Fesla Yûsifê anî ziman:

“Ev ne cara yekem e ku ofîsên me li rastî van karên çewt û xerab tên. Berî niha ofîsa me ya Hesekê jî hat şewitandin.

Ofîsa me ya Qamişloyê doh cara duyem hat şewitandin. Herwiha ofîsên ENKSyê gelek caran hatine şewitandin.”

Ofîsên partiyên di nav ENKSyê de gelek caran ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine şewitandin û zerereke zêde gihiştiye wan avahiyan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin