RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye

RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye

.

A+A-

Tora Rûbirûbûna Krîza Xwirekê di raporeke xwe de da zanîn Sûriye yek ji 10 welatên ku miletê wê herî birçî ye.

Ehmed Diêbs bextewer e ku li Îdliba Sûriyeyê di jîngeheke birçî de xwediyê çend ajelan e.

Cîranê wî yê cotkar ji ber hişkesaliyê dinale.

Raporeke Tora Rûbirûbûna Krîza Xwirekê ya bi hevahengiya Neteweyên Yekbûyî derbarê zêdebûna rêjeya birçîtiyê û bilindbûna asta tundûtûjiyan hişyariyê dide.

“Hişkesaliyê bandor li erdê kiriye”

Berpirsê Rewşên Awarte ya Ajansa FAOyê Rein Paulsen got:

“Zêdetirî ji sedî 80 xelkê di birçîtiyê de dijî, li herêmên aloz ên cîhanê û li wan herêmên ku pişta xwe bi çandiniyê girê didin.

Yemen, Efxanistan, Sûriye û çend welatên din, ji wan 10 welatên herî birçî yên cîhanê ne ku divê sîstema wan a çandiniyê û awayê dabînkirina xwirekê were guherandin.”

Di raporê de tê gotin ku li 59 welatên cîhanê, 282 milyon kesên birçî hene.

Nêzîkî 13 milyon ji wan kesan li Sûriyeyê ne.

Li çolistaneke bakurê Sûriyeyê, ew 3 demsal in hişkesalî heye.

Welatiyê Sûriyeyî Mihemed Alî jî got:

“Hişkesaliyê bandor li erdê kiriye. Çandinî, ajel û jiyana me jî wêran kiriye, ji bilî birçîtî û tîbûnê ji me re çi maye?

Ne ava vexwarinê û ne jî av ji bo avdanê maye.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî 2023yan nêzîkî 800 milyon mirovên birçî li cîhanê hebûn ku 8 milyon kes ji sala 2022yan zêdetir û 46 milyon kes ji sala 2021ê bêhtir e.

Ji bo sala 2025an jî tê pêşbînîkirin ku zêdetirî 25 milyon kesên din, 2 milyon Sûriyeyî jî di nav de birçî bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin