Wezîra Berhemanîna Cengî ya Pakistanê: Ez û hevjînê xwe em Kurd in

Wezîra Berhemanîna Cengî ya Pakistanê: Ez û hevjînê xwe em Kurd in

.

A+A-

Zubeyde Celal, Wezîra Berhemanîna Cengî ya Pakistanê di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê behsa kurdbûna xwe û mala xezûrê xwe dike û dibêje, li Pakistanê zêdeyî 100 hezar Kurd hene.

Zubeyde Celal diyar dike, li Pakistanê çend eşîretên Kurd hene ku dema çend salan e li wî welatî dijîn.

Wezîra Berhemanîna Cengî ya Pakistanê herwiha hêvî dike, serdana Herêma Kurdistanê bike û radigihîne: “Niyeta min ev e careke din li gel hevjîn û kurê xwe, em serdana Hewlêrê bikin.”

Zubeyde Celal di vê hevpeyvînê de behsa armanca serdana xwe bo Iraqê, rewşa kurdên li Pakistanê û peywendiyên Pakistan-Amerîkayê dike û bersiva pirsên Rûdawê dide.

Rûdaw: Armanca serdana we bo Iraqê çî ye û we çi planek heye?

Zubeyde Celal: Zor spas bo mêvandarîkirina min li vir. Ez kêfxweş im ku ji televîzyoneke kurdî re diaxivim. Ev sê roj in ez li vir im. Em li Iraqê tenê li ser hevahengiya di warê berhemanîn bergiriyê de gotûbêjan nakin, lê spas ji xwedê re, di dema 3 rojên borî de ez bi serokkomarê Iraqê re civiyam, herwiha ez bi wezîrên bergirî, neft û pîşesaziyê re jî civiyam. Herwiha min vê sibehê serdana zanîngeha bergiriya niştimanî kir. Serdaneke pir gişgir bû ji bo min di demekê de ku Pakistan li karê hevbeş û hevahengîkirina bi Iraqê re digere, bi taybetî jî bi Wezareta Bergiriyê re. Wek Pakistan çavê me ne lê ye ku em tenê di çend warên taybet de şiyanên xwe bi pêş ve bibin, lê çavê me lê ye jî ku em di warên perwerde û xwendina bilind û bihêzkirina şiyanên mirovî de jî bi Iraqê re bi hev re kar bikin, ku ev wek hêzên siruştî tên hejmartin. Lewma serdana me pir giring û berfireh e û spas ji xwedê re, hergav pêwendiyên me yên dîrokî û çandî hebûn. Herwiha li hinek navçeyan heman pêkhateyên me hene, wek nimûne Kurd. Kurd li ba me hene. Ez bi xwe ji malbateke Kurd im û em xelkê Belucistana Pakistanê ne. Lewma ev pêwendî dîrokî û pir kevin in û vedigerin berî çend sedsalan. Lewma hesteke me ya pir xweş heye. Li ser daxwaza rêzdar serokwezîrê Pakistanê, ez îro li vir im û serdana min pir giring û berfireh bû û me li ser karê hevbeş di gelek warên cuda de gotûbêj pêk anîn, wek min behs kir.

Rûdaw: We behsa vê yekê kirk u hûn Kurd in, dikarî hinekî ji me re behsa wê yekê bikî?

Zubeyde Celal: Erê, erê, rast e……bi rastî li Parêzgeha Belucistana Pakistanê gelek eşîrên Kurd hene ku dema çend sedsalan e li wir dijîn. Herwiha pêwendiyên me jî hene, wek ku min vê sibehê ji serok [komarê Iraqê] re behs kir. Xezûrê min ku yek ji nûnerên Parêzgeha Belucistanê bû, bi rastî di pêwendiyê de bû [bi Kurdan] re, di serdema [Mela] Mistefa Barzanî de. Herwiha daxwaz jê hatibû kirin serdana Iraqê bike, lê xezûrê min gotibû ku nikare terka welatê xwe û warê bav û bapîrên xwe bike ku dema çend sedsalan li wir jiyane. Lewma biryar da [li Pakistanê] bimîne. Lê girêdan hêj mane, pêwendî hêj mane di navbera Kurdên Pakistan û Iraqê de, bi taybetî jî li [Herêma] Kurdistanê. Tê bîra min, berî çend salan dema ku hikûmeta nû [ya Iraqê] hate pêkanîn, şandeke [Pakistanî] hate [Iraqê] ji bo pîrozbahîkirinê, bi taybetî jî li serok Celal Talebanî, li beramber jî wan destek cilên kurdî ji min re şandin, çunkî wê demê ez wezîra perwerdeyê bûm. Wek min got, ev têkiliyên hestewer û olî, wek netewe, bi rastî pêwendiyên me bihêz dikin.

Rûdaw: Te cilûbergên Kurdî li xwe kirine?

Zubeyde Celal: Erê min carekê cilên kurdî li xwe kirin. Pir bedew bûn. Hêj li ba min mane. Eger em li cilên Belucistanê binerin, bi taybetî jî yên ku zilam li xwe dikin, heman şêweya şerwal û cemedaniya [Kurdî] ne. Ango heta niha jî heman adet û kevneşopiyên me hene.

Rûdaw: Peywendiya we li gel Herêma Kurdistanê çawa ye? Di plana we de heye serdana Hewlêrê bikin?

Zubeyde Celal: Eger xwedê hez bike [em ê bêne Hewlêrê]. Me vê carê hewl da [bên], lê wek hûn jî dizanin bi sedema korona û xişteya geşta vegerê û xişteya demkî ya min bi xwe, min nikarîbû. Lê bi piştevaniya xwedê ez bi nêt im careke din bi hevjîn û kurê xwe re bêm û werin Hewlêrê jî. Bi piştevaniya xwedê di demeke nêzîk de.

Rûdaw: Hejmara Kurdan li Pakistanê çi qas e û li kuderê dijîn?

Zubeyde Celal: Hejmara wan ji 100 hezar kesî zêdetir e, ku li Pakistanê dijîn. Piraniya wan li Belucistanê ne bi awayekî siruştî. Hejmareke wan a kêm jî li Keşmîr û deverên din ên li ser sînorê Belucistanê ne, lê hemû li nav Pakistanê ne. Lê ji ber ku [demeke zêde] li wir mane, bi kurdî napeyivin, lê bi zimanê beluçî û birahûyî dipeyivin, ku ew jî zimanên kevnar in. Lê dema tu li wan dinerî, tu yekser wan nas dikî, çunkî piraniya taybetmendî û kevneşopiyên wan heman awayê [Kurdan] in, wek şahî û sema, lewma tu yekser dizanî ev Kurd in. Dema ez bi mêrê xwe re dikenim jî, ez bi henekî jê re dibêjim (Tu Beloçî!), ew jî yekser karvedanê dike û dibêje (na, ez ne Beloçî me, ez Kurd im!) ango bi vî awayî koka wan a Kurdî bi xurtî di nava dilê wan de maye.

Rûdaw: Mala xezûrê te yan hevjînê te ti çîrokekî wan ê din heye li ser Kurdan ku bixwazî behsa wê bikî?

Zubeyde Celal: Erê…bi rastî, dema ku hevjînê min yek ji serkirdên xwendekaran bû, bi Ebdilrehman Qasimlo re di pêwendiyê de bû û di dema serkirdatîkirina di siyasetê de pêwendî di navbera wan de hebû. Li wê gorê ku ew jî Kurd bûn û cengawer bûn û xebat dikirin weke çawa li Belucistanê dikirin. Lewma pêwendiyên bi vî rengî hergav di navbera me de hebûn. Lewma li vir û wir, pêwendiyên zêde her hebûn, tevî ku çûnûhatina me ya laşî nîne, lê gelek caran li ser astên cuda pêwendiya me hebû.

Rûdaw: Em hez dikin serdanekê vê derê bikin û kar li ser Kurdên li welatê we bikin.

Zubeyde Celal: Rica dikim were. Em ê pir bixêrhatinê li te bikin. Her dema tu bixwazî werî, em dikarin bi rêya balyozxaneyê hêsankariyê ji te re bikin. Balyozxane hêsankariyê ji te re dike û em jî li Belucistanê wek dibêjin bi herdu destan pêşwaziyê li te dikin.

Rûdaw: Bêguman eger em bên, em dê peywendiyê bi we bikin.

Zubeyde Celal: Erê, erê, tika ye were, em hêvîdar tu werî.

Rûdaw: Li gel Serokomar û aliyê Iraqî we behsa çi kir?

Zubeyde Celal: Du mijarên bergiriyê hebûn ku me behsa wan kir. Yek ji wan ew berhemên leşkerî bûn ku li ba me hene, ligel tiştên ku pêwîstiya Iraqê bi wan heye ji bo ewlekariya navxwe û ser sînor, çunkî Iraq û Pakistan di salên borî de di heman rewşê de derbas bûn, çi ji ber şerê dijî terorê be, yan jî mijarên ewlekarî yên navxweyî. Lewma pir şiyana cuda û kelûpelên me yên [leşkerî] yên taybet hene ji bo hemû waran, ango leşkerî, deryayî, radyoya bêtêl û yên din. Mijara din ku me behs kir, bihêzkirina pîşesaziya Iraqê bû ku li paş ketiye. Herwiha me behsa çawaniya vejandina wê kir daku berhemhênerên xwecihî bikarin berhemên xwe li nava Iraqê çêbikin. Ev ew herdu mijarên sereke bûn ku hatin behskirin. Bi piştevaniya xwedê, em hêvîdar in em li ser van gotûbêjan berdewam bin.

Rûdaw: Hûn li gel Wezîrê Petrola Iraqê civiyan, we behsa çi kir û hûn gihîştin çi encamekê?

Zubeyde Celal: Erê bi rastî bi wezîrê neftê re, me behsa bendera Guader [a Pakistanê] û rêya aborî ya hevbeş a Çîn û Pakistanê kir. Li Pakistanê, ji ber ku hejmara xelkê me zêde ye, daxwazeke me ya zêde li ser neftê û berhemên din ên neftî heye. Lewma bi awayekî seretayî, me behsa mijara boriyeke guhastina neftê kir ji Besre heta bendera Guader yan bo Keraçî. Ev ne beşek bû ji bernameya serdana min, lê ji ber ku ev tişt bo hikûmeta Pakistanê giring in, me gotûbêj li ser wan kirin. Em hêvîdar in tîmên teknîkî yên bêtir û wezîrê me yê neftê jî werin pêş û vê mijarê bi pêş ve bibin. Lê ev di berjewendiya herdu welatan de dibe. Çunkî bendera Guader siberojeke wê ya baş heye û dikare ji Iraqê bibe deriyek bo gihîştina bi çend welatên din da ku xwe bigihîne welatên navîna Asyayê. Gotûbêj berdewam in û ev xwesteka me hemûyan e.

Rûdaw: Ji bo xwandina bilind li zanîngehên herdu welatan, we çi kiriye?

Zubeyde Celal: Gelek derfetên me yên zemaleya xwendinê hebûn dema ku ez wezîra perwerdeyê bûm. Ez behsa sala 1999 û wir ve dikim. Lê îro li zanîngeha bergiriya niştimanî [Iraq] îro me behsa pêşvebirina şiyana pîşegeriya efseran, xwendina teknîkî, rahênana endamên saziyên leşkerî û pileyên leşkeran kir. Ango me behsa çend mijaran kir. Lê em hêvîdar in di siberojê de gotûbêjan li ser tiştên bêtir bikin".

Rûdaw: Di serdema Trump de peywendiyên we li gel Amerîkayê aloz bûn, niha hûn îdareya nû ya Amerîkayê çawa dibînin?

Zubeyde Celal: Hêviyeke zêde heye. Destbikarbûna bi temamî ya îdareya nû du sê mehan dirêj dike, lê em bi hêvî lê dinerin û hêviya me ya zêde heye ku bi piştevaniya xwedê pêwendiya me baştir dibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin