PWK: Em qetlîama ku 50 sal berê li Qeledizê hatîye kirin rûreş dikin

PWK: Em qetlîama ku 50 sal berê li Qeledizê hatîye kirin rûreş dikin

.

A+A-

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Em qetlîama ku 50 sal berê li Qeledizê hatîye kirin rûreş dikin

Îro 50emîn salvegera bombebarana ku li navçeya Qeladizê ya Başûrê Kurdistanê hatîye kirin e.

Roja 24ê Nîsana 1974ê balefirên şer û artêşa rejîma Beasê ya Iraqê, bi çekên fosfor û bombeyên napalmê, mamoste, xwandevanên zankoyê, gel û pêşmerge li Qeladizê bombebaran kirin û di encamê de 163 mamoste, xwandevan, hemwelatî û pêşmerge şehîd ketin û zêdetir ji 250 kesî jî birîndar bûn.

Em di 50emîn salvegera vê qetlîamê de, qatilan rûreş dikin, şehîdên vê qetlîamê bi rêzdarî bi bîr tînin.

24.04.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin