Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket

Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket

.

A+A-

Pirtûka “Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê” ji aliyê Weşanxaneya Ceylanê ve hat weşandin.

Pirtûk ji aliyê Koma Helezonik Kreşendoyê ve hatiye amadekirin.

Gotin û akorên hinek stranên Kurdî yên 13 salên dawî di nava pirtûkê de hatine tomarkirin.

Koma Helezonik Kreşendoyê diyar kir ku bi xebatên çandî yên bi vî rengî ew hêvî dikin ku wan hêz dabe têkoşîna li hemberî mêtingerîya çandê û asîmîlasyonê.

Di pirtûkê de 112 stran hene.

Ev stran, ji nav stranên Kurdî yên 13 salên dawiyê hatine bijartin.

Koma Helezonik Kreşendoyê da zanîn ku ji ber ku kesên ji vê pirtûkê sûdê wergirin zêdetir bi fêrbûna gîtarê re têkildar in an jî lê didin, wan rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtine.

Koma Helezonik Kreşendoyê (Helezonikkresendo.com) di pêşgotina pirtûkê de wiha gotiye:

"Berî niha nêzî 13 salan me wekî komeke muzîkjen û perwerdekarên muzîkê ‘Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê’ amade kiribû û ev xebata ku nêzî 200 stranan dihundirîne me wekî du cîldên pirtûkê çap kiribûn.

Pêşgotina vê xebata me ya ku hîna jî hûn dikarin bi awayekî bêheq ji malpera me xwe bigihînine PDFya wê, bi vê hevokê bi dawî dibû:

Bila ji milê we gîtara we; ji dilê we ruhê têkoşînê kêm nebe. Piştî wê demê û heta niha li erdnîgariya me; mêtingerî şer, koçkirin, talan û pêkutî û helbet li hemberî wan jî berxwedan û serhildan kêm nebû.

Mirovên ji bo cîhaneke azad û wekhev têdikoşin, hê jî bi amûrên cihêreng li hemberî pergalê li ber xwe didin.

Di nav vê têkoşînê de, têkoşîna çandê xwedî cihekî girîng e. Ger ku pêkutiya ku dixwaze têkoşînekê bitepisîne, gelekî bêdeng bike û zimanekî bêpeyv bihêle hebe, mirovên ku stranên xwe bi vî zimanî hildiberînin, têkoşîneke girîng pêk tînin.

‘Stran dikarin xwe li hemû hestan rapêçin’

Stran dikarin xwe li hemû hestan rapêçin, belkî nikaribin hemû cîhanê biguherin lê belê bandorê li kesên ku cîhanê biguherînin dikin.

Ji ber vê yekê jî me xwest em van stranên ku hatine afirandin bigihînin gelek mirovên dîtir.

'Hûn dikarin stranan bi ûkûlele, gîtar û pîyanoyê lê bidin'

Ev pirtûka di destê we de, gotin û akorên hin stranên Kurdî yên di van 10 salên dawiyê de dihundirîne. Hûn dikarin van stranan bi enstrumanên wekî ûkûlele, gîtar û piyanoyê lê bidin.

Di pirtûkê de 112 stran hene. Ev stran, ji nav stranên Kurdî yên 10 salên dawiyê hatine bijartin.

Di bijartina stranan de rêgezên wekî guncawbûna stranê ji bo lêdana gîtarê û xwedîtiya hunermend a gotin û muzîkê stranê hat esasgirtin.

‘Me rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtin’

Lê belê ji aliyekî ve jî ji ber ku kesên ji vê pirtûkê sûdê wergirin zêdetir bi fêrbûna gîtarê re têkildar in an jî lê didin, me rîtm û tonên ciyawaz li ber çavan girtin.

Herwiha ji ber ku ev pirtûk weki lîsteya pêşniyar a guhdarkirinê ye, heta ji destê me hat me cih da stranên gelek muzîkjenan.

Ji bo qaliba rîtmê ya her stranê me diyagram amade kir û ji bo her qalibê jî me vîdeoyeke nimûne jî kişand.

Me vîdeoya her qalibê li rûpelan wekî koda QRê bi cih kir. 

‘Keda gelek muzîkjenan tê de heye’

Pirtûk bi ti armancên tîcarî nehat amadekirin û keda gelek muzîkjenan tê de heye.

Herwiha dema em keda kesên ku ev stran çêkirin, tomarkirî û sererastkirî jî lê zêde bikin, em dê bibînin ku ev pirtûk ne ya tu kesî ye, ya me hemûyan e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin