Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir

Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir

.

A+A-

Hunermenda Fransî Eleonore Fourniauyê albûma xwe ya ewil a Kurdî belav kir.

Eléonore Fourniauyê piştî amadehiya 4 salan, bi derfetên xwe albûma xwe ya ewil a bi navê “Neynik” (Mirror) li ser platformên dijîtal weşand.

Hunermenda Fransî di albûma xwe de cih daye 12 stranên gelêrî yên sê zaravayên Kurdî.

Fourniauyê ji bo albûmê, 500 stran û klamên gelêrî yên Kurdî guhdar kirine û straneke jî bi xwe bi Kurdî nivîsandiye.

"Hevalekî min li ser brayê xwe ku li Rojava şehîd ketibû gotin nivîsand "

Hunermenda Fransî Eleonore Fourniauyê got, "Ji xeynî stranên gelêrî min besteyek bi xwe nivisand û muzîka wê çêkir.

Besteya duyemîn jî, hevalekî min li ser brayê xwe ku li Rojava şehîd ketibû gotin nivîsand."

Fourniauyê di albûma xwe de cih daye 12 stranên gelêrî yên Kurdî ên bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî.

"Ez ji bo Kurdan wekî 'Neynik' im"

Eleonore li ber peravên behra Stenbolê, ji Rûdawê re behsa albûma xwe ya nû kir û got, "Ez ji bo Kurdan dibim wekî 'Neynikek.'

Min xwest stranên her herêm û zaravayên Kurdî di albûmê de hebin"

Eléonore Fourniauyê diyar kir, "Di sala 2020an de du hozanên pir girîng; Seîd Gabarî û Seîd Yûsif canê xwe ji dest da.

Min xwest ji bo bîranîna wan di albûmê de cih bidim stranên wan her du hunermandan jî.

Welatê Kurdan pir mezin e û çanda wan pir dewlemend e.

Ji loma jî hilbijartina stranan ji bom in pêvajoyekê zaf zehmet bû."

Eléonore Fourniauya ku ev 12 sal in bi muzîka Kurdî re eleqedar dibe û xwe fêrî ziman û zaravayên Kurdî dike; ji bo albûma xwe zêdetirî 500 stran û klamên gelêrî ên kurdî guhdar kirine.

Bi taybetî klamên Radyoya Rewanê jê re bûne çavkaniyeke sereke.

"Dixwazim zêdetir bi Kurdî biaxivim"

Eléonore Fourniauyê wiha anî ziman,"Ez dixwazim bi Kurdî baştir biaxivim.

Dixwazim pratik bikim û bi tenê bi Kurdî biaxivim. Bawer dikim ku xelkê Kurd ji muzîka min hez dike.

Ji ber ku ez jineke biyanî ya Fransî me û stranên wan dibêjim, ji wan re gelekî balkêş têm.

Ez beriya niha du caran çûm Başûrê Kurdistanê. Ez hêvîdar im di demekê nêzîk de dîsa biçim Başûr û konseran bidim."

Eléonore Fourniauyê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, bi konferanseke rojnamegeriyê albûma xwe ya nû da naskirin.

Li Mêrdînê klîb kişand

Di albûma 'Neynik'ê de 35 enstrumanist cih digrin.

Herwiha Eléonoreê, ji bo stranên "Xwezî min tu nasnekir ba" li Barcelonayê, ji bo strana "Lawo" jî li Mêrdînê klîb kişandiye.

Muzîsyen Eléonore Fourniau, di sala 1987an de li Parîsa paytexta Fransayê hatiye dinyayê.

Ji bo perwerdeya muzîkê di sala 2010an de berê xwe dide Tirkiyeyê û bi saya hevalên xwe yên Kurd çand û muzîka Kurdî dinase.

Eléonore heta niha di gelek konser û festîvalên Kurdan de cih girtiye û bi hunermendên wekî Mîkaîl Aslan, Sylvain Barou, Efrên Lopez û gelekên din re konser li dar xistine.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin