General M. Mustafa Barzanî

General M. Mustafa Barzanî

,

A+A-

General M. Mustafa Barzanî
(14 Adar 1903-1 Adar 1979)
(Nivîsek Awerte ji sosyalîstekî)


General M. Mustafa Barzanî, di roj û sala 14 ê Adarê 1903 an de hatiye dine. Barzan û Berzen du gund û navçeyên ji hev cûdane. General M. Mustafa Barzanî li gundê „Barzan“ ji dayîka xwe bûye. Ji bo vê ye ku kesên ji gundê Barzan tên dinê re „Barzanî“ tê gotin. Mustafa Barzanî hîn 3 sale bû ku bi dayika xwe re kete girtigehê û hepis ma. Ew eşîra Kurd Barzan, eşîrek tucaran serê xwe li ber neyaran netewandiye! Bavê M. Mustafa, kalikê wî û brayê xwe yê mezin Abdûlselam jî hemî ji aliyê Romiyan (Osmanîyan) ve hatî bûn darxistin (sêpê kirin)…


Brayê M. Mustafa Barzanî yê mezin Şeyh Ahmed Barzanî di sala 1931 an de dest bi serhildanekê kirî bû. Mustafa Barzanî jî tevî wê serhildanê bûyî bû. Ew salek şûnda jî bû serokê aşîra Barzaniyan.  Sala 1945 an neçar ma ku bi mirovên xwe ve derbasî Êranê be! Komara Mahabadê de bû serok hêza leşkerî ya pêşmergan. Komara Mahabad dema dawî lê hat, ew bi qasî 500 mirovên xwe yên çekdar ve derbasî Rusyê (SSCB) bû. 


Kurdistanîno! Mirovekî ji qurna 68 an wek şoreşger bejna xwe li ber Serok Barzaniyê nemir ditewînim! Ji ber ku ew gerilayê (pêşmerge) cîhanê yê herî mezin û yê bi emrê xwe yê herî dirêj e! Wî 7 saliya xwe de heya 76 saliya xwe serê xwe li ber dijminan tucaran netewandiye!. Dema li dijî Sedamê faşîst û xwînrij balafirên Mîg yên dewletên sosyalist li ser pêşmergan bombên jahrê dibarandin kesên xwe sosyalist dihesibandin jî digotin feodalîzmê tasfiyê dikin! Ew qet ne rast bû! Pêwist e ku sosyalîstên wê demê îro ewna hemî lêborîna xwe ji General M. Mustafa Barzanî jê bixwazın. 


Sala 1975 an dema hêza pêşmergan çekê xwe berdan ji wana gelekan jî jiyana xwe bi destên xwe têk birin! Dewleta Sosyalist ya Sowyetê wê demê jî alîkariya Sedamê xwînrêj yê faşîst dikirin! Di salên 1970 yî de dema rahmetî Prof. Dr. Jemal Nenez digot ku "Hun nokerên Sovyetê ne!" Wê demê em kesên pêşverû li dijî baweriya wî derdiketin! Lê dîrokê rast gotina wî beliyand (teyîd kir)! Ji wî re jî, jê lêborîn xwestin erkeka mirovatî ye!..


Dema Kurdek di rêya Kurdewatiyê de bimeşe, pêwist e ku ji serokên Kurdan yên wek Şêx Saîdê Pîran, Pêşewa Qazî Mihemmed, Pîr Seyîd Riza û Serokê Nemir Molla Mustefa Barzanî re giramî (rêz, hurmet) bigire û ji wana hez bike!.. Herkesek ne mecbure!.. Lê Kurdewatî bi vê rê serdikeve!..


Rastî her dem rast e! Ew tu caran nayêt veşartin!.. Serok Barzanî emrê xwe di rêya şerekî rast ya azadiya welat de hemî jiyana xwe borand. Ji bo vê ye ku ez bejna xwe li ber her çar nemiran, carek din ditewînim.


1 Adar 2024
Abuzer Balî Han

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin