"Banga Serokê PAK Birêz Mustafa Özçelik  di cîh de ye"

"Banga Serokê PAK Birêz Mustafa Özçelik  di cîh de ye"

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik li ser bûyerên dawî yên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di roja 17.12.2020an de bangî Birêz Serok Mesud Barzanî û Birêveberîya Herêma Kurdistanê kir da ku partîyên Kurdan yên li her çar perçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdên li welatên cihanê  di demek zûtir de di civînekî berfireh de bînin cem hev.

BITIKNE: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bangî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di roja 20.12.2020an de jî banga xwe dûbare kir û got: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye. Divê ji bo parastin û piştgirî û lêxwedîderketina destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê, gavên nû bêne bêne avêtin.

BITIKNE: Binêrin: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye

Me wek RÛPELA NÛ li ser banga Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, ji Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin KARDAŞ, Serokê Partîya Azadî Ayetullah Aşitî û Sîyasetmedar, nivîskar Şerefxan Cizîrî rê pirsî.

 

Mehmet Emin KARDAŞ(Serokê Gişti Yê PDK-T): :"Berêz Mustafa Özçelik  ji dilsozîya xwe ya welatperwerî bangek weha kirîye"

 We pirs kir ku Serokê giştî yê PAK’ê Berêz Mustafa ÖÇELİK bangî partiyên her çar parçeyên kurdistanê û nûnerên kurdan yê li hemû dinyayê kiriye ku civînekê lidar bixin. Ji bo pêkanîna vê  bangek li Berêz Serok Mesud BARZANÎ, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê hikûmeta Kurdistanê û seroka Parlemana Herêma Kurdistanê kiriye. Armanc ew e, di vê civînê de kêşayên li Başur û li Rojava bên nerxandin. Berêz Mustafa ÖZÇELİK ji dilsoziya xwe a welatperwerî bangek wiha kiriye, helwestek pîroze.

Lê ne di wê baweriyê de me ku di roja îro de bingeha vê bangê hebe. Ne bawerim piştgiriyeke vê bangê hebe. Kombiyineke weha berfereh ku di eslê xwe de banga kongera netewî bi xwe ye. Adin jî diviyabû, pêşî, em Partiyên li bakur yekrêziya xwe çêbikin ku bangên em bikin bi wate û bi rûmet bin. Em weke PDK-T bangek wiha nakin. lê eger ev civîn çêbibe, gazî me bête kirin em dê beşdar bibin.

 

Ayetullah Aşitî (Serokê Partîya Azadî): "Banga Serokê PAK Birêz Mustafa Özçelik  di cîh de ye"

 Bi navê Xudayê rehman û rehîm. Banga Serokê PAK Brêz Mustafa Özçelik cih de ye. Em ji sedî sed desteg didin banga wî û dibêjin, bangek bi vî rengî, dereng jî maye.

Bes em dizanin hinek quralê jiyane hene. Mirov çi îşê bike çi senetê bike divê wan quralan pêk bîne. Eger ev qural pêk neyê mirov bi sernakeve. Ji bo serkeftinê gerek mirov zanibe ku hemû hebûn nerast in, di gel ku hebûn heye tu nikarî nebînî. Saziyê Kurdî, hebûnên kurdî, rast yan nerast divê em bi berçav bigirin û bi wê şiklê hereket bikin.

Li gorê min,di nav me dezîhnîyetek dubendîtî heye.  Bes her kes cuda cuda difikire. Di vir da tefekura cuda cuda ne muhîm e. Bes tiştek muhîm e. Muhim çi ye? Her kes bi fikra xwe, bi ramana xwe, bi aqilê xwe hedefek deyne pêşiya xwe. Ev hedef çi ye? Ev jî jibo azadîya wî miletê mezlûm û bindest e. Wexta ku armanc û hedef azadîya kurd û Kurdistanê be, bi çi şiklî bi çi awayî binêrî ev tiştek cuda ye. Mixabin rewşa kû em tê de ne sîyastmedarên me dubend in. Xwendevanên me, zanyarên me dîrokvanên me û hemû kesên me dûbend in.  Ji bo ku ev zîhniyeta dubendî ji nav gelê me de rabe, divê her kes bi fikir û ramana xwe, li ser hedefekî yekrêzîyê pêk bînin. Li gor qeneta min jî li gor bîr û bawerîya min jî, îro halê hazir ji nav gelê Kurd de kesê ku karibe vê yekrêzîyê pêk bîne dîsa jî Birêz Mesud Barzanî ye.

 

Şerefxan Cizîrî (Sîyasetmedar, nivîskar): "Ez banga Serokê PAKê kek Mustafa Özçelik  gelek watedar dibînim"

Aşîtîya Navxweyî. Kurdên me yên siyasî bi hevdû re bi baldarî, bi hestyarî û bi aqilana nîqaşan nakin. Em ne bi hevdû re diaxivin, em di ber hevdû re diaxivin. Nîqaşên me gelek caran ji bona hevdû darazandinek yekalî pêktê, ne ji bona hevdû fêmkirinê ye. Mirovên ku nexwazin hevdû fêm bikin jî bi rastî nîqaşên vala dikin. Armanca nîqaşan divê hevdû fêm kirin be. Di jîyana me ya sîyasî de nîqaş û pevçûnê cîh bi hevdû gûhertine. Navê pevçûne bûye nîqaş. Li şûna nîqaşan em bi hevdû re pevçûnan dikin. Em hevdû biçûk dikin, hevdû vala derdixînin, hevdû diricimînin, binê lingên hevdû dikolin û tevgera Kurdan ya netewî beravêtî dikin.

Eşkere xuyadike ku li şûna diyalogê monolog bûyê babeteke sereke. Ji ber wilo jî heta nûha encamên baş û mayînda ji nava tevgera Kurdan, ji bona xurtkirina xeta netewî dernektine holê. Di vê mijarê de gotin û kirinên me li hevdû nakin. Bawerîya bi hevdû, şikestîye. Krîzeke psîkolojîk, hişmendiyeke sexte û kesayetîyeke derizî di nava siyaseta Kurdan pêde bûyê. Divê em vê rewşa xerabkar bi xurtkirina xeta netewî çareser bikin û pêşêroja netewîya Kurd raxin ber çavan. Ya na siyaseta Kurdî bê watê dibe.

Ji bona ku em karibin vê atmosfera xerabkar di nava siyaseta Kurdan de ji nava xwe têkbibin, ez banga Serokê PAKê kek Mistefa Ozçelîk gelek watedar dibînim. Banga Kek Mistefa him di cîhê xwe de ye û him jî bang di wextê wê de hatiyê kirin. Ev bang divê hemû Kurdan li hevdû bicivîne. Kurd divê bi hevdû re biaxivin. Divê eşkere û bi dengekî bilind were gotin ku; Em Kurd hewcedarê hevdû ne. Divê em rê û rêçikên nû bibînin ku xeta netewî û destkeftiyên siyasî gav bi gav xurt bibin, girseyî bibin û ew bibin beşek ji nasnama me.

Ev helwesta hanê di qada siyasî de divê cîhê xwe baş bigre. Ev xet divê baş bi stewe û rehê xwe berde nava siyaseta Kurdan. Berîya hemû tiştî divê Kurd hevbeş bibin, berjewendîyên hevbeş biparêzin, pirsên hevbeş û netewî derxînin qada siyaseta Kurdan. Ji her kesî bêtir Kurd hewcedarê aşîtîya naxweyî ne, riya çareserîya pirsa Kurdan di vir re derbas dibe. Em Kurd divê li hevdû bibanin, xwedî li doza welatê xwe derkevin, xebat û nirxên netewî bilind bikin, yekrêzîya xwe ava bikin û miletê Kurd ji bindestîyê xelas bikin.

Ji bona ku em bigîhêjin vî armancî dîyaloga Kurdî-Kurdî pêwesîtîyeke dîrokî ye. Banga kek Mistefa di berjewendiya hemû alîyên siyasî de ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin