Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bangî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bangî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê kir

.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bangî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê kir:

‘’Ez bangî Birez Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Serokê Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê dikim.

Serokên Birêz

Demildest, zûtirîn wext bangî partîyên Kurdan yên li her çar perçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdên li welatên cihanê bikin û bi wan re civînekê li dar bixin. Di vê civînê de hemû alîyên beşdar di derbarê rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistanê de agahdar bikin. Bila nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de agahdarîyan bidin. Paşê jî di encama civînê de, em hemû partî û nûnerên Kurdan bi hevdu re ji bo xeterîyên li ber Başûr û Rojavayê Kurdistanê hene helwest û sîyaseteke hevbeş netewî, niştimanî tesbît bikin.

Ev civîna dikare bi awayekî fiîli, li gorî tedbîrên pandemîya Covîd-19yê, li Hewlêrê jî bê li dar xistin; dikare ji ber xeterîya Covîd-19yê, bi awayekî ONLINE jî bê li dar xistin.

Îro qedera her çar perçeyên Kurdistanê ji her demê zêdetir bi hevdu re hatine girêdan. Serkeftin û têkçûnên li her perçeyekî Kurdistanê tesîreke mezin li ser qedera perçeyên din jî dike.

Îro şerdên Kongreyeke Netewî ya hemû Kurd û Kurdistanîyên her çar perçeyan û yên cîhanê tune ye. Lê em dibêjin ji bo ku em bikaribin li himberî xeterîyên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê helwesteke hevgirtî ya netewî bihûnin civîneke berfireh ya wek ku em pêşniyar dikin, êdî pêwîstîyeke dîrokî ye.

Belê em dibêjin wazîfeyeke weha birûmet, dîrokî ya netewî, niştimanî , bi amadekirina Birez Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Serokê Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê dikare bigihêje encameke berhemdar.

Li gel rêzên xwe

17.12.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin