Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye

.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye

"Me wek PAK di roja 17.12.2020an bangek li Birêz Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Me di banga xwe de pir bi zelalî weha gotibû:

‘’ Em weke Partiya Azadiya Kurdistanê pir bi zelalî dibêjin, kî serweriya desthilata Herêma Kurdistanê, Parlemento, Hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê tune bihesibîne, nas neke û binpê bike, em wan şermezar dikin. Kî bixwaze destkeftinên netewî û niştimanî yên Herêma Kurdistanê ji holê rake, zererê bidê, texrîb bike, em wan şermezar dikin. Kî êrîşî hêzên Pêşmerge bike, em wan şermezar dikin. Kî bixwaze li Rojavayê Kurdistanê ew xebat û hewlên yekrêziya Kurd û Kurd ji holê rabike, zererê bidê, têk bide em wan şermezar dikin. Kî ofîsên ENKSê dişewitînin, êrîşan dikin û zererê didin Kurdan, em wan şermezar dikin.....Lê êdî gotin, bang, şermezar kirin têrê nakin. Divê ji bo parastin û piştgirî û lêxwedîderketina destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê, gavên nû bêne bêne avêtin. Ji bo wê jî ez bangî Birêz Serok Barzanî, Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim. Demildest bes ji bo vê mijarê, civîneke awarte, acîl li dar bixin û bangî hemû partiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdan yên li weltên cîhanê bikin vê meselê bi zelalî ji me re eşkere bikin û em biaxivin û em bikaribin helwesteke netewî û niştimanî bi hev re nîşan bidin. Li Başûrê Kurdistanê xeterîyeke mezin îro li ber Kurdan e û ev xeterî hêdî hêdî berê wê dide Rojavayê Kurdistanê jî. Ev xeterî dê bi temamî tesîrê li qedera Kurd û Kurdistanîyan bike. Ez behsa Kongreya Netewî nakim. Şerdên Kongreya Netewî tune ye. Lê bes ji bo vê mijarê pêwîste civînek li dar bikeve’’.

Belê banga me ev bû. Em nuha jî vê banga xwe dubare dikin.

Êrîşeke mezin û plankirî heye ku, dixwaze zerarê bide destkeftinên li Başûrê Kurdistanê, dixwaze serwerî û hebûna van destkeftinan ji holê rake.

Ji ber vê xeterîyê jî, divê ji bo ku em bi deng û helwesteke xurt û berfireh li himberî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, êrîşên li ser hêzên pêşmergeyên Kurdistanê derkevin; ji bo ku em xwedî li destkeftinên netewî, niştimanî yên Dewleta Federe derkevin; ji bo ku em bêjin Kerkûk û Şingal û hemû axa dagirkirî ya mijara madeya 140î axa Kurdistanê ye û divê vegere ser Rêvebirîya Herêma Kurdistanê, divê demildest civîneke awarte bê li derxistin.

Dewletên ku îro bi pirsa Kurd û Kurdistanê rûbirû ne, ew naxwazin Kurd li tu parçeyekî Kurdistanê rehetîyekê bibînin, destkeftinên wan pêş bikevin. Û hinek aliyên li ser navê Kurdan tevdigerin jî, mixabin bi kiryarên xwe rê ji van xêrnexwazan re xweştir dikin ku zerar bigihêje destkeftîyên heyî. Ji ber vê yekê em bang dikin, heger hinek xêrnexwazên Kurdan plan û projeyên wan hebin, divê wek alîyên Kurdan plan û projeyên me jî hebin.

Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê temsîlkarên fermî, meşrû, hilbijartî yên gelê me yê Başûrê Kurdistanê ne. Birêz Serok Mesûd Barzanî, serok û rêberekî ku ji alîyê dewletên cîhanê ve qebûlbar e, yek ji Damezranêr û Yekemîn Serokê Hibijartî yê Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê ye, ji alîyê raya giştî ya her çar perçeyên Kurdistanê rêzdar e, cîhê bawerîyê ye..

Ji ber vê rastîyê jî , ya herî maqûl ew e ku ev birêzana, ji bo parastin û xwedî lêderketin û rêzgirtin û qebûl kirina destkeftin û serwerîya Herêma Federe ya Kurdistanê , bangî alîyê Kurdan bikin. Divê em hemû Kurdên cîhanê jî, li gel Rêvebirîya Federe ya Herêma Kurdistanê bin û em bêjin hemû dewleten herêmê û cîhanê, hemû hêzên çekdar û sîyasî divê rêzê li serwerîya meşrû ya Dewleta Federe ya Herêma Kurdistanê bigirin. Û divê em bi yek dengî bangî PKKyê bikin da ku dest ji hemû êrîşên xwe yên li ser hêzên pêşmerge berde û li Şingalê, li Kerkûkê û li hemû Başûrê Kurdistanê rêzê li biryar û Serwerîya Rêvebirîya Meşrû ya Federe ya Herema Kurdistanê bigire. Divê em bi yekdengî li himberî hemû cûre êrîşên li ser Herêma Kurdistanê rawestin, em li vê dewleta xwe, li van destkeftinên xwe xwedî derkevin. Hinek xêrnexwaz dixwazin gelê me yên herçar perçeyên Kurdistanê ji hevdu dûr bixin, ji hevdu sar bikin, divê em rê nedin vê plana xêrnewazxan.

Em dibêjin, Birêz Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê mebest û armancê civînekê li dar bixin dê rê li ber gelek xeterî û şaşitîyan jî bigirin. Û heger bangî me bikin, emê wek PAK bi dilxweşî beşdarî wê civînê bibin. Û Birêz Serok Mesûd Barzanî û birêzan Rêvebirên Deleta Federe ya Kurdistanê bi vê mebest û armancê bangî kê bikin eme rêzê li biryara wan bigirin. Em di wê bawerîyê de ne ku, civîneke weha ku ji bo hûnandin û xurt kirina helwesteke weha netewî, niştimanî ya hevbeş ya ji bo parastin û xwedîlêderketina Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê li dar xistn pêwîstîyeke dîrokî ye. Û em di wê bawerîyê de ne ku Birêz Serok Mesûd Barzanî, Birêzan Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , dê baştir bizanibin ji bo vê civînê bangî kê bikin.Em divê rêzê li wan bigirin û bihêlin ku bila ew bi xwe vê tesbît bikin."

Li gel rêzên xwe

20.12.2020

Mustafa Özçelik

Seroke Giştî yê PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin