"Banga Berêz Mustafa Özçelik  girîng û pêdivî ye"

"Banga Berêz Mustafa Özçelik  girîng û pêdivî ye"

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik li ser bûyerên dawî yên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di roja 17.12.2020an de bangî Birêz Serok Mesud Barzanî û Birêveberîya Herêma Kurdistanê kir da ku partîyên Kurdan yên li her çar perçeyên Kurdistanê û nûnerên Kurdên li welatên cihanê  di demek zûtir de di civînekî berfireh de bînin cem hev.

BITIKNE: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bangî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di roja 20.12.2020an de jî banga xwe dûbare kir û got: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye

BITIKNE: Binêrin: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Banga me ji bo parastin û lêxwedîderketina destkeftinên netewî, niştimanî yên Başûrê Kurdistanê ye

Me wê carê banga Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, ji Sîyasetmedar,  Parlamenterê Berê Mahmut Kılınç, Nivîskar, lêkolîner Seîd Veroj û Akademisyen, nivîskar Osman Aytar re pirsî.

 

 

Mahmut Kılınç (Sîyasetmedar,  Parlamenterê Berê):"Ez piştgirîya banga birêz Mustafa Özçelik dikim"

Ez piştgirîya banga Serokê Giştiyê Partîya Azadîya Kudistanê (PAK) birêz Mustafa Özçelik dikim, daxwazek di cî da ye. Lê divê civînek wisa xwedî biryarbe, eger amancekî wisa tine be, tenê hatina partîyan bahev dibetîya enacamek hêj xiraptir û mijar şolikirinheye.

Pêşnîyazên min wisa nin.

a. Bi ya min divê hikumeta Kurdistanê ne wekî nûnêr, dikane wekî çavdêr beşdarê bibe, ji ber ku ew "alîgirek fermî" ye, wekî nûnerê civîne telvê nebûna wê helwestek dîplomatik dibe.

b. Divê hemû partîyên Kurdistanî ben wexwendin, partîyên her çar parçeyan.

c. Dikane wekî "konferansek partîyan" bêt tanzîm kirin, li Hewlêrê an li bajarekî din.

d. Di encama civînê da lêjneyek (komîteyek) bêt hilbijartin. Vatinîya wê lêjneyê guhdarîya layên pirsgirê bike û bona çareseriyê pêşniyazên wê hebin.

e. Biryarên vê lêjneyî rênîşandêr û girêker bin.

f. Di civînê da biryar bêt stendin ku başûrê Kurdistanê bêt parastin.

 

 

Seîd Veroj (Nivîskar,  lêkolîner):"Banga berêz Mustafa Özçelik  girîng û pêdivî ye"

Statuya Federe ya Başûrê Kurdistanê, destkevtîyeka ked û têkoşîna sed salî ya neteweya Kurd e. Keda kurdên çar parçeyên Kurdistanê di vê destkevtinê de heye. Îro di seha sîyaseta navneteweyî ya meşrû de destkevtina yekane û ya herî girîn statuya Federe ya Başûrê Kurdistanê ye.  Dagirkerên Kurdistanê dixwazin vê  statuyê pûç bikin. Parastina vê destkevtinê û gihandina wê ya ji bo asta serxwebûnê, wezîfeya hemû Kurdên neteweperwer e. Di vê çarçoveyê de banga berêz Mustefa Özçelîk girîng û pêdivî ye. Divê li seranserê Kurdistanê, cudayîya nevbera siyaseta statukuparêz û serxwebûnxwaz bête dîyarkirin.

 

 

Osman Aytar(Akademisyen, nivîskar):"Ger hemû alî beşdarî bin, dê gaveke pir baş be "

Spas ji bo înîsîyatîfa Brêz Mustafa Özçelik û pirsa we. Ger hemû alî beşdarî bin, dê gaveke prr baş be. Silav û serkeftin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin