“Wergera Dr. Khaled Issa ji arşîva belgeyên Fransî”

.

A+A-

Muhemed Şerîf Cilînî

Wergera dr. Khaled Issa ji arşîva belgeyên Fransî, ji zimanê Fransî bo Zimanê Erebî, û min jî wergerand bo Zimanê Kurdî

Nama ku metran Hebbî, Ilyas Mirşo û Abdul Ehed Qiryo mohr kiribûn,û pêşkêşî rêzdar Behîc El Xetîb serokê dewleta Sûriyê di Sêzdê Avdara sala 1940î de.

Tevgera Kurdî

Niha nayê naskirin, ku Tevgera Kurdî li Giravê (Cizîrê) gihatiye ci astê û çi armancên wê ne, dema pirsa nejadîtiya Kurdî hildibe, ev pris bi giringiyeke hêja balê dikişîne ya bi cî ev tevger di xizmeta Kurda de ye, paş Cengê ewê palpişt be ji bo daxwazên herêmî, li vê devera ku bûye embareke mezin û dewlemend ji Petrolê, û Tirk çavên xwe berdin Petrolê.

Tevgera Kurd hevdu girtibû paş bûyerên sala 1937an, nemaze xirstiyana piştevanî wê dikirin, di riya piştgeriya serkêşê Kurd ên penaber, ne ên ji cî ne û alîgerên dewletê ne.

Xirstiyana bê ku nasbikin sûda karê wan ewê çi be, hêvî dikirin ku piraniyekê li giravê pêk bînin, bikarin hember hikumeta niştîmanî li Şamê rawestin, ya ku hestên wê ne erînî bû li gel wan ve, û wan hêvî dikir ku tevgerek giring damezrînin ku bikaribin xweseriya herêmî û darayî peyda bikin, û pêdivî bû ku ew bibe yekîneyek serbixwe, di bin parastina Fransa de, û ji Sûriye cuda bibe.

Rêberên Kurd piraniya wan ji Tirkiya yê hatibûn, ji vê rewşê sûd wergirtin di nav ên ji ola xwe yên li giravê ne, çalakiya propagandayê bikin, propagendeyeke bi armanca ev herêm bibe navendekî Kurdî û bi Kurdistanê ve girêdayî be, û dibe weke dewletek serbixwe ragihînin.

Di demekê de ev propagande bi xurtî hate bi rêxistinkirin, û bû metirisiyek mezin, bi pêşberiya komela kurdî ya bi navê Xoyebun, hejmarek ji karmendên Al-Cezîra jî pê ve girêdayî ne, bi xurtî mufetişê perwerdiyê Memduh Selîm, yê li mal û nivîsgeha xwe civîna girêdide, û di riya komelê nasnama Sûriyê werdigirin ji hevalên xwe re, bi saya yasa Amnestiya giştî ya hikumeta Sûriyê weşandibû ji bo berjewendiya niştecîhên giravê, ji encama vê yekê, van kesan dest bi dagir kirina deverên mezin ên zeviya û xwestine bibin xwedî, ku ev jî ji bo biyaniyan re qedexe ye, wergirtian van Tirkan, nasnameyê bi rastî çewte, ji ber ew di nêrîna yasa navneteweyî de, wekî hemwelatiyên Tirkiyê têne naskirin.

Heger ev rewş berdewam bike, dê pêkhatiya kurdî bi hejmarê bêhtir bibe, û beşa herî mezin ji zeviyan dagir bikin, û ev jî bibe encam ku Hikûmeta Tirkiyê di demek nêzîk destê xwe dirêjî giravê bike, bi mehna parastina hemwelatiyên Tirk, an jî ji bo sedemên din, û bobelata Îskenderunê herî nêzîk li ber çava ye.

Em dikarin piştrastiyê bikin ku Haco Axa rêberê vê tevgerê li giravê ye, ew ji vê encamê ne pir razî ye, ji ber daxwazên wî, xwestekên giringtir hene, ew hewl dide têkiliyan xurtir bike di navbera kurdên belawela bûne li Sûriyê, û wan kom bike di bin ala nejadetiya Kurdî de, dema pêwistî hebe, ewê daxwaza hebûna nunerên Kurdan di nav saziyên bingehîn ên hukûmetê, her dem têkilyan dike,bi rêberên Kurd re, weke malbata Şahîn beg li Erebpînar (Kobanî), rêberên Çiyayê Kurdan (Efrînê) û Kurdên Şamê.

Ew hewil dide ku hemî karmendên giravê ji kurdan bêne destnîşankirin, û bandorek giring li ser tevahiya niştcihan bike, hem jî li ser Kurdên herêmê ên hê neketine bi bandora wî, û wan ber bi xwe ve bîne.

Her weha jî hewl dide namzetiya Husni El-Berazî, ji bo posta parêzgehê an cîgirê wî pêşkêşî bike, li ser banê mala xwe ala neteweyî ya Kurd bilind dike, û her gav bi mêvanên xwe re bi zimanê kurdî diaxive, û di demên borî de gelek pirtûk belav kirine ji bo hîn kirina zimanê Kurdî.

Ne ji demeke dûr ve, hin gav avêti bû ji bo weşandina rojnameyeke Kurdî, bi rêveberî û nivîseriya Melle Eli û Melle Şêxmûs (Cegrxwî), û Abdi Axa Xello ji hoza Mîrsîniyan ve.

Hajo Axa berya çar mehan, klûbên kurdî li Hassîça, Amûdê, û Qamişlo damezrandibû, ew klûbên ku ji hêla desthilata Fransî ve hatine girtin.

Ji bo bi dawî bûna vê rewşê, divê hêmanên Kurdî bêne belav kirin, bê ku gavek paşde be, û ji hêmanên cî bêne veqetandin, ji ber ku kurdên bi koka xwe ji welêt in, hevbend na bin bi yên nû hatine, û ji aliyêkî din ve ew karmendên Kurd niha hene û pirin, divê bêne guhertin, bi karmendên jêhatî, û ên bingehî dive ji dervey giravê bin.

Li dawiyê de, li jêr navnîşeka serokên Kurdan ên ne ji koma Hajo Axa ne:

Mihemed Ehmed Yusef, êla Şîtî (Aşîtî)

Xelîl Îbrahîm,êla Mehelemiya

Silêman Ebbas, êla Dorikî

Taher Mehmûd, êla Pînar Elî

Yûnis Ebdî, êla Dekorî

Issa Kutna, êla Kîkan

Issa Xelllo, êla Simêllan

Ferhan Îsso, êla Azîzan

Îssa Ebdul Karim, êla Millan

Newaf Hessen, êla Milliyên Xidr e

Salih Ebadî, Çaçanî

Hatiye pêşpêşkirin di sêzdê Avdarê ji hêla metran Hebbî, Ilyas Mirşo û Ebdul Ehed Qiryo, ji giravê dema di Şamê re buhirî bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin