Mesrûr Barzanî: Hedefgirtina malên sivîlan tawana şer e

Mesrûr Barzanî: Hedefgirtina malên sivîlan tawana şer e

.

A+A-

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser şehîdxistina du hevjînên Hewlêrî peyamek belav kir û diyar kir ku ev êriş tawanên şer in.

Mesrûr Barzanî ragihand ku ev êriş "tawana şer e" û wî ew kiryar bi tundî şermezar kir.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî dronek li gundê Zergezewiyê yê devera Ziraretiyê (Hewlêr) ketiye.

Li gorî gotina Parêzgar, dron rasterast li maleke sivîlan ketiye û Mijde û hevjînê wê Mûsa Zirarî şehîd ketine.

"Ev tawaneke qirêj e"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser şehîdketina wan de wiha got:

"Ez bi bihîstina nûçeya êrişa bi dronan a li ser mala Pêşmergeyekî ya li Hewlêrê gelekî xemgîn û dilgiran im.

Ew êriş bûye sedema şehîdketina wî û hevjîna wî.

Ez bi her awayî vê tawana qirêj şermezar dikim û tawanbaran jî şermezar dikim."

"Tawana şer e"

Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de anî zimên:

"Armancgirtina xelkê sivîl û malên welatiyan tawana şer e. Em dê deng û daxwaza xelkê bêguneh ê Kurdistanê bigihînin hemû cîhanê.

Daxwaza me ew e ku sînorek ji bo wê zilma ku li hemberî wan tê kirin bê danîn û êdî bi hincetên bêbingeh êrişî xelkê Kurdistanê neyê kirin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin