Mesûd Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êriş û dronan bihêztir e

Mesûd Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êriş û dronan bihêztir e

.

A+A-

 Serok Mesûd Barzanî bi peyameke tund êrişa dronî ya li ser gundê Zergezewî ya Hewlêrê şermezar kir û ragihand, şehîdkirina sivîlan ne mêrxasî ye û îradeya gelê Kurdistanê bi van êrişan naşikê.

Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Nîsanê peyamek belav kir û tê de êrişa li ser gundê Zergezewî wekî "neheqî û zulm" pênase kir. Herwiha Serok Barzanî diyar kir ku ji ber "drona Îranî" du welatiyên bêguneh şehîd bûne û ev yek encama "kîneke kor" e.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Şeva borî dîsa êrişeke nerewa  li ser Herêma Kurdistanê pêk hat, mixabin di encamê de du welatiyên bêguneh li gundê Zergezewî yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, bi sedema drona Îranî şehîd bûn. Ev lûtkeya tawanbarî û zulmê ye; ku welatiyên bêguneh ên Kurdistanê bi vî awayî û bêyî ti hincetekê, dibin hedefa kîneke kor.

Şehîdbûna wan her du welatiyên bêguneh, dilê me hemûyan tije êş û xem kir. Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wan her du şehîdan re dixwazim. Xwedayê Mezin wan bi bihuşta berîn şad bike.

Şehîdkirina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê ti mêrxasî û serbilindî tê de nîne. Îradeya gelê Kurdistanê ji hemû êriş, pelamar û dronan bihêztir e û ti carî naşikê. Pişta gelê Kurdistanê bi Xwedê û rewayiya doza xwe qayîm e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin