Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê

Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê

.

A+A-

Dîzaynera navdar a Kurd Lara Dizeyî bi koleksiyoneke nû ya bi navê "Mîlanoya Efsûnî" (Milan Enchanted) beşdarî Hefteya Modayê ya Mîlanoyê ya Bihar û Havîna 2026an bû û çanda Kurdî nîşanî cîhanê da.

Lara Dizeyiyê di du hevpeyvînên taybet ên bi Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re de hûrgiliyên koleksiyona xwe eşkere kirin û ragihand ku armanca wê "geşkirina Mîlanoyê bi reng û çîrokên Kurdî" bûye.

Koleksiyona Lara Dizeyiyê ku encama xebata 9 mehan bû, ji 30 dîzaynên cuda pêk dihat ku her yekê ji wan çîrokek ji dîrok, çand û sembolên neteweyî yên Kurdistanê vedigot.

Nîşandanê bi dîzaynekê dest pê kir ku li ser Keleha Hewlêrê ya dîrokî bû.

Lara Dizeyiyê li ser wê dîzaynê got:

"Gelekî girîng bû ku ez bi dîzayneke bihêz dest pê bikim.

Keleha Hewlêrê sembola hezkirina me hemûyan e, lewma me ew kir wekî neynikê û bi dîzayneke ku modeleke dirêj û bi heybet li xwe kiribû, me dest bi nîşandanê kir."

Dîzaynên din çîrokên cuda vedigotin ku di nav wan de dîzayneke ji bo Newrozê ku wekî Lara behs kir, "şahî û semaya di navbera mirov û xwezayê de" bû.

Her wiha dîzaynên din ji bo Rojhilatê Kurdistanê, Şahbanû Îştar, Hepsexana Neqîb û çanda Kurdên Êzidî hatibûn terxankirin.

 

Dîzayna Lara Dizeyiyê

Nîşandan bi dîzayneke bihêz bi dawî hat ku rengên Alaya Kurdistanê di nav xwe de dihewandin û li ser beşdaran bandoreke mezin hîşt.

Lara Dizayiyê amaje bi wê yekê kir ku beşdarên ku ji medyaya cîhanî û mêvanên biyanî yên ji welatên wekî Amerîka, Awistralya, Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî pêk dihatin, gelekî bibandor bûn û anî ziman:

"Min hest kir ku gelek ji wan ji kêfan digiriyan, bi taybetî dema ku wan Alaya Kurdistanê dît."

Yek ji dîzaynên bibandor ên koleksiyonê, dîzayna "Jinebî" bû.

Lara Dizeyiyê diyar kir ku ev dîzayn rêzgirtinek e ji bo jinên Kurd û bi taybetî ew dayîkên ku hevjînên wan şehîd ketine û bi tenê zarokên xwe xwedî kirine.

 

Dîzayna Lara Dizeyiyê

Dizeyiyê li ser mijarê da zanîn:

"Min xwest wekî rêzgirtinekê dîzayneke gelekî bihêz û birêz ji wan re çêbikim, ji ber ku ew fedakariya ku wan kiriye, tenê ji bo Xwedê dibe."

Hefteya Modayê ya Mîlanoyê yek ji çar hefteyên nîşandanê yên sereke yên cîhanê ye ku yên din Parîs, London û New York in.

Beşdariya Lara Dizeyiyê bi awayekî fermî û li ser vexwandina birêvebiran, gaveke girîng e ji bo nasandina Modaya Kurdî û gihandina peyama çandî ya bi rêya dîzaynê.

Hefteya Modayê ya Mîlanoyê ji 26 heta 29ê Îlonê tê lidarxistin û taybet e bi dîzaynên Bihar û Havîna 2026an.

Dîzayner û markayên herî navdar ên cil û bergan ên cîhanê, berhemên xwe nîşan didin.

 

Lara Dizeyî

 

Dîzayneke Larayê

Dîzayneke Larayê

 

Dîzayneke Larayê

Dîzayneke Larayê

 

Dîzayneke Larayê

Dîzayneke Larayê

 

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin