Ceyşul Xezebê ji bo 'tolhildana Xamineyî' êrişî Herêma Kurdistanê kir

Ceyşul Xezebê ji bo 'tolhildana Xamineyî' êrişî Herêma Kurdistanê kir

.

A+A-

 Koma çekdar a bi navê 'Ceyşul Xezeb' a ku xwe wekî beşeke "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" pênase dike, berpirsyariya êrişeke bi dronan a li ser Herêma Kurdistanê xist stûyê xwe.

Ceyşul Xezebê îro di kanala xwe ya Telegramê de daxuyaniyek belav kir.

Wan ragihand ku wan bi dronan êrişî "berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê" yên li Herêma Kurdistanê kiriye.

Tolhildana ji bo Xamineyî û Nesrulah

Di daxuyaniya wê koma çekdar de hat gotin ku êriş wekî "tolhildanekê" ji bo xwîna Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, Sekreterê Giştî yê berê yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrulah û çekdarên artêşa Îraqê û Heşdî Şebiyê hatiye kirin.

Vê koma çekdar a ku ji Îran piştgiriyê didiyê, ji 24ê Sibatê ve (berî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê bi 4 rojan) bi rêya daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Îranê ragihandibû.

Ew kom îdia dike ku wan ji 28ê Sibatê ve dest bi êrişên li ser "berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê" yên li herêmê kiriye.

11 caran êrişî Herêma Kurdistanê kirine

Li gorî îdiayên wê, komê bi dronan êrişî Kuweyt, Behreyn û Herêma Kurdistanê kiriye.

Koma çekdar her wiha ragihand ku wan heta niha 11 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.

Hinek komên çekdar ên wekî "Seraya Ewliya Dem, Eshabul Kehf, Ceyşul Xezeb û Ewliyaulah" ên ku ti pêgeh û navnîşana wan a fermî nîne, berpirsyariya piraniya wan êrişan digirin ser xwe ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin.

Ev komên çekdar îdia dikin ku ji 28ê Sibatê ve (roja destpêkirina êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê) heta niha 812 êriş birine ser hêzên Amerîkayê yên li herêmê.

Divê were gotin ku îro jî êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin û li Hewlêrê 2 hevjîn şehîd ketin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin