Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan

Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan

.

A+A-

Fîlma Kurdî-Japonî ya bi navê “Hemû Diaxivin” beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Tokyoyê bû û aktorên Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî derketin ser xalîçeya sor.

Fîlma “Hemû Diaxivin” 3 zimanan li xwe digire ku ew jî Kurdî, Japonî û zimanê îşaretê ne.

Lîstikvanên Kurd ên fîlmê ji Rojava û Bakurê Kudistanê ne.

Lîstikvan Bêkes Şahî ji Rûdawê re qala tecrubeya xwe ya yekem a bi Japonan re kir û wekî tecrubeyeke gelekî baş bi nav kir.

Derhênerê fîlmê Ken Kawai ye û wî di fîlma xwe de bal kişandiye ser awayê çêkirina pêwendiyên di navbera ziman û çandên cuda de.

Derhêner û nivîskarê fîlmê Ken Kawai got:

"Gelê Kurd gelekî dilovan e. Ez gelekî kêfxweş im ku li gel hemû endamên din ên tîmê li ser xalîçeya sor meşiyam.

Di rastiyê de, festîvalê ji me xwest ku em hejmara beşdaran heta astekê kêm bikin lê me hemûyan xwest em bi hev re bin.

Her kes kêfxweş bû ku Japon, kesên bi îşaretê diaxivin û Kurd bi hev re dimeşiyan.

Ez ji bo wê yekê gelekî spasdar im. Ez westiyayî me lê şanaziyeke mezin e."

Lîstikvan Firat Yildirim jî anî ziman:

“Ez di fîlmê de rola karakterê bi navê Hêwa dilîzim.

Ev fîlm komeke berfireh a mirovan nîşan dide, her kes bêhempa ye û wekî ku navê fîlm jî diyar dike, her kes hez dike biaxive û hemû jî bi zimanên cuda diaxivin.

Ji ber wê ez bawer dikim ku ev fîlm ji her fîlmeke ku we heta niha dîtiye cudatir e.“

Fîlma Hemû Diaxivin piştî beşdariya Festîvala Fîlman a Tokyoyê niha li sînemayên Japonyayê tê nîşandan.

Hêviya lîstikvanên Kurd ew e ku fîlm li sînema û festîvalên Kurdistanê jî were nîşandan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin