
STENBOL - Li ber Konsulxaneya Îsraîlê pevçûn, kuştî hene
.
Li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê, li ber avahiya ku Konsulxaneya Îsraîlê lê ye dengê çekan hat bihîstin.
Piştî rûdanê gelek polîs çûn cihê bûyerê.
Hêzên ewlehiyê li herêmê tedbîrên tund ên ewlehiyê standin.
Gerînendehiya Ewlehiyê ya Stenbolê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "3 kes hatine bêbandorkirin."
Parêzgar daxuyanî da
Parêzgarê Stenbolê Davut Gul li ser bûyerê daxuyanî da û ragihand ku ji sê êrişkaran du jê bi birîndarî hatine girtin û êrişkarek jî hatiye kuştin.
Gul eşkere kir ku di rûdanê de du polîs jî bi sivikî birîndar bûne.
Davut Gul li cihê bûyerê li ser êrişa li ber Konsulxaneya Îsraîlê ya li Beşîktaşê daxuyanî da.
Wî ragihand, "Ji wan terorîstên ku êrişî konsulxaneyê kir yek hat kuştin, du jê jî bi birîndarî hatin girtin."
Êrişkar bi çekên lûledirêj bûn
Hat dîtin ku her sê êrişkaran çekên lûledirêj bi kar anîne.
Her wiha cilên kamûflajê li wan bûne û çenteyên piştê bi wan re hebûne.
Dest bi lêpirsînê hat kirin
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser dengê çekan ê li derdora Konsulxaneya Îsraîlê dest bi lêpirsînê kiriye.
Wezîrê Karên Navxwe daxuyanî da
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî li ser rûdana li Stenbolê daxuyaniyek belav kir.
Çîftçî di daxuyaniya xwe de got, "3 kesên ku li Stenbolê li ber Blokên Plaza yên Yapî Krediyê bi polîsên me yên wezîfedar re ketibûn şerê bi çekan, hatine bêbandorkirin.
Di şer de du polîsên me bi sivikî birîndar bûne."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin