
HEWLÊR - Dron li mala sivîlan ket, 2 hevjîn şehîd ketin
.
Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku dronek li gundekî nahiyeya Dareşekranê ya Hewlêrê ketiye û jin û mêrekî sivîl şehîd ketine.
Dijîterora Kurdistanê jî daxuyand ku dron ji Îranê ve arasteyî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand ku dronek li gundê Zergezewiyê yê herêma Ziraretiyê ketiye xwarê.
Li gorî gotina Umêd Xoşnaw, dron rasterast li maleke sivîlan ketiye û di encamê de welatiyê bi navê "Mûsa Zirarî" û hevjîna wî Mijde şehîd ketine.
Parêzgarê Hewlêrê amaje bi wê yekê kir ku sê dron arasteyî wê herêmê hatine kirin. Du ji dronan li çolterê ketine xwarê lê ya sêyemîn li mala wê malbatê ketiye.
Dijîteror: Dron ji Îranê ve hatibû avêtin
Dijîterora Kurdistanê ragihand: "Ew drona ku li gundê Zergezewiyê li xaniyê welatiyekî ket û bû sedema şehîdketina jin û mêrekî, ji Îranê ve hatibû avêtin."
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (7ê Nîsana 2026an) saet 00:15an droneke bombebarkirî ya ku ji nav xaka Îranê ve hatibû avêtin, li xaniyê welatiyekî li gundê Zergezewiyê yê nahiyeya Dareşekranê ya Hewlêrê ketiye.
Di encama êrişê de her du hevjîn bi navên Mûsa Enwer Resûl û Mijde Esed Hesen şehîd ketine.
Her du zarok daxwaza dayîk û bavê xwe dikin
Li gorî agahiyên ku gihiştine destê Rûdawê, du zarokên wê malbatê hene lê di dema ketina dronê û teqîna xênî de, zarok li jûreke din bûne û ji ber vê yekê ji mirinê rizgar bûne û rewşa wan a tenduristiyê baş e.
Kerîm Hesenê ku pismamê Mûsa Zirarî ye, li pêşiya Bijîşkiya Dadî ya Hewlêrê ji nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re ragihand ku destpêkê dronek li çoltera gundê wan ketiye xwarê û drona duyemîn li mala Mûsa ketiye.
Li gorî gotina Kerîm, Mûsa bavê du zarokan e ku temenê yê mezin sê-çar sal e.
Îmad Bedredînê ku kurmamê Mûsayê û cîranê wî ye jî kêliya êrişê vegot û wisa axivî:
"Ez mijûlî girtina wêneyên dronan bûm ku li asman dihatin xwarê.
Destpêkê min wisa zanî dron li xaniyekî kavil ketiye û ez dilxweş bûm lê mixabin li mala Kak Mûsa ket û mala wî kavil bû.
Du zarokên wî yên keç hene, her du jî biçûk in. Di dema rûdanê de li jûreke din raketibûn.
Zarok şok bûne û pir tirsiyane, bûne wekî dînan. Her digirîn û daxwaza dayîk û bavê xwe dikin."
Ne şehîdên pêşî ne
Ev ne cara yekê ye ku ew malbat şehîdan dide.
Li gorî gotina Îmad Bedredîn, birayekî Mûsa bi navê Ebdula Enwer sala 2018an li Çiyayê Qereçoxê di şerê DAIŞê de şehîd ketiye.
Dijîterora Kurdistanê di daxuyaniya xwe de êriş şermezar kir û ragihand, "Ev êriş binpêkirina zelal a yasayên navneteweyî ne û tawana şer in."
Rojeke dijwar a Hewlêrê
Ji 28ê Sibatê ve (şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê dest pê kir) bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê bi taybetî jî êrişî bajarê Hewlêrê tê kirin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku ew roj "yek ji rojên dijwar" bûye çimkî gelek dron û mûşek arasteyî Hewlêrê hatine kirin.
Wî diyar kir ku tevahiya hejmara şehîdên wan êrişan gihîştiye 16an ku du ji wan ev her du welatiyên sivîl in.
Li gorî şopandinên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve bi zêdetirî 680 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin ku nêzîkî 550 êriş li ser parêzgeha Hewlêrê bûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin