
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser mala sivîlan şermezar kir: Nayê qebûlkirin
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser şehîdxistina du hevjînên Hewlêrî peyameke hevxemiyê belav kir û got, "Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin."
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ew "êrişa terorîstî" ya ku şeva borî bi dronê li malekê li gundê Zergezewiyê ya Hewlêrê hatibû kirin û bûbû sedema şehîdketina du hevjînan "bi tundî" şermezar kir.
"Bi temamî tên redkirin"
Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û li ser rûdanê wiha got:
"Ez wê êrişa terorîstî ya ku derengiya şeva borî bi dronê li ser mala welatiyekî li gundê Zergezewiyê yê Hewlêrê hat kirin û mixabin du hevjîn şehîd ketin, bi tundî şermezar dikim.
Sersaxiya xwe ya kûr pêşkêşî malbat û xizmên şehîdan dikim, ji dil hevxemê wan im.
Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku canê wan bi rehm û mîhribaniya xwe şad bike û aramiyê bide malbatên wan."
Banga li hikûmeta Îraqê
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ev êriş nayên qebûlkirin û ev banga xwe gihand hikûmeta Îraqê:
"Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin û bi temamî tên redkirin.
Pêwîst e hikûmeta federal a Îraqê erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne ji bo rêlibergirtina van tawan û êrişên terorîstî da ku êdî ev destdirêjiya li ser gelê sivîl û bêguneh ê Herêma Kurdistanê ducare nebe."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin