
Bîlançoya Şer: Piştî Îsraîlê herî zêde li Herêma Kurdistanê mirin çêbûne
.
Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îran wê ji 28ê Sibatê ve dest pê kiriye.
Tehran û komên nêzîkî wê ji bo êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê hincetekê nîşan didin ku ew jî baregehên Amerîkayê ne.
Lê belê hûrbûna li ser ziyanên canî yên li seranserê Rojhilata Navîn, vê îdiayê pûç dike.
Ti leşkerê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê nehatiye kuştin.
Li hêla din, Herêma Kurdistanê di encama êrişên Îran û komên nêzîkî wê de ji her welatê Kendavê zêdetir qurbanî dane.
Herêma Kurdistanê di warê hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye de tenê li pey Îsraîlê ye.
Li Herêma Kurdistanê ti leşkerê Amerîkayê nehatiye kuştin
Medyaya fermî ya Îranê bi awayekî berfireh îdia dike ku operasyonên artêşa welatê wan ên li ser Herêma Kurdistanê, êrişên hûr in ku baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê dikin armanc.
Agahiyên ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) belav kirine, van îdiayan rasterast pûç dikin.
Ji 13 heta 15 leşkerên Amerîkayê yên ku li herêmê hatine kuştin, yek jî li Herêma Kurdistanê nebûye.
6 personelên Amerîkayî yên balafireke sotemeniyê ya KC-135ê li rojavayê Îraqê canê xwe ji dest da.
7 heta 9 kesên din ên ku di şer de hatine kuştin jî hemû li derveyî Herêma Kurdistanê bûn.
Her çend hêzên navneteweyî li Herêma Kurdistanê hebin jî, ew heta radeyeke mezin di ewlehiyê de ne.
Tenê leşkerekî Fransayî bi droneke Îranê hatiye kuştin.
Tehranê navê êrişa li ser Amerîkiyan wekî mertaleke jeopolîtîk bi kar aniye û hewl daye ku rûyekî din bide êrişên xwe.
Kesên ku şehîd dibin welatiyên sivîl, Pêşmerge û karmendên Asayîşa Herêma Kurdistanê ne.
Her çi qas ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî ye jî, ev ziyanên canî çêdibin.
Êrişên mezin ên li ser Herêma Kurdistanê
Li gorî amarên Tora Medyayî ya Rûdawê ku rojane tên tomarkirin, ji 28ê Sibatê heta nîvroya îro bi 698 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di warê ziyanên canî de jî, herî kêm 17 kesan li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Qurbaniyên êrişan bi vî rengî ne:
7 Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê
Endamekî Asayîşê
- 6 Pêşmergeyên hêzên Rojhilatê Kurdistanê
- 2 welatiyên sivîl
- Leşkerekî Fransî
Derbarê hejmara birîndaran de jî, li gorî amarên Rûdawê ji destpêka şer ve heta niha 92 kes birîndar bûne.
Kurdistan û welatên Kendavê
Dema em di asta jeopolîtîk a giştî de lê binêrin, ew barê giran ê ku ketiye ser milê Herêma Kurdistanê zêdetir zelal dibe.
Herêma Kurdistanê para mezin a tundûtûjiya navçeyî hilgirtiye.
Berawirdkirina Herêma Kurdistanê ya bi Îsraîl û welatên Kendavê re nîşan dide ku Kurdistan bi awayekî nerêjeyî zêdetir bûye armanc.
Li gorî welat û herêman hejmara mirî û birîndaran wiha ye:
Îsraîl: 39 mirî û zêdetirî 7 hezar û 35 birîndar
Herêma Kurdistanê: 17 mirî û 92 birîndar
Îmarat: 12 mirî û 217 birîndar
Kuweyt: 7 heta 10 mirî û 109 birîndar
Qeter: 4 mirî û 16 birîndar
Behreyn: 3 mirî û 42 birîndar
Uman: 3 mirî û 15 birîndar
Erebistana Siûdî: 2 mirî û 22 birîndar
Tevî binesaziya wan a berfireh a enerjiyê û pêwendiyên wan ên kûr ên bi Amerîkayê re, ziyanên canî yên welatên Kendavê yên wekî Îmaratê (12 mirî) û Kuweytê (7 heta 10 mirî) ji yên Herêma Kurdistanê kêmtir bûne.
Tenê li Îsraîla ku rastî şerê mûşekî û bejahî yê Hizbulahê hatiye û 39 kuştiyên wê hene ku ji Herêma Kurdistanê zêdetir xelk lê hatiye kuştin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin