'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin xwe kuşt'

'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin xwe kuşt'

Kekê Îbrahîm Layîk ê li 3’emîn Balafirgeha Stenbolê dawî li jiyana xwe anî, Omer Layik, diyar kir birayê wî beriya jiyana xwe ji dest bide ji aliyê ÎGA ve ji kar hatibû avêtin.

A+A-

Kekê Îbrahîm Layîk ê li 3’emîn Balafirgeha Stenbolê dawî li jiyana xwe anî, Omer Layik, diyar kir birayê wî beriya jiyana xwe ji dest bide ji aliyê ÎGA ve ji kar hatibû avêtin.

 
 
Personelê Ewlekariyê yê Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê Îbrahîm Layik beriya dawî li jiyana xwe bîne, di hesabê xwe yê medya civakî de got:


 “Ji ber em kurd in, her tim li dijî me dijminiyê dikin. Belkî bi vê tişta ez ê bikim re hin tişt biguherin. Bijî kesê ku bi kêfxweşî bêje ez kurd û tirk im. Heqê xwe helal bikin.”
 Layik piştî vê parvekirina nivîsê dawî li jiyana xwe anî. Malbat piştî kar û barên otopsiye cenaze bibin Nisêbînê û li Goristana Hecacan veşêrin. Kekê Layik, Omer Laîk, da zanîn ku otopsiya cenaze ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Arnavutkoyê bi dawî bûye û wiha got:
 "Dê raporê piştre aşkere bikin. Di rapora mirinê de tê gotin "Mirina bi şik" Piştî me cenaze girt, emê ji Stenbolê bibin Nisêbînê." Tê payin ku sibê cenazeyê Layik defin bikin. Layik 20 meh berê li Balafirgeha Ataturk dest bi kar kiribû. Li vir karê barkirina bagajê dikir. Piştî 3'emîn Balafirgeha Stenbolê ket meriyetê, li vir jî karê xwe berdewam kir. Birayê wî Alî Layik jî li heman balafirgehê karê barkirina bagajê dikir. 
 
 
Malbata Layik diyar kirin ku mirina kurê wan bi şik e û xwestin ev yek bê lêkolînkirin. Kek Omer Layik, bertek nîşanî niqaşên “Ji ber ew Kurd bû jina jê hez dikir ew red kir' da û wiha got: "Birayê min ne kesekî wisa erzan întîhar bike. Kuştina birayê min bi şik e. Şîrketa birayê min lê dixebitî heta niha tu agahî nedaye me. Bi qasî agahiya me girt, şîrketê dawî li karê birayê min anîye. Piştî Şîrketa Ewlehiya Balafirgehê dawî li karê wî anî birayê min bi awayekî guman dawî li jiyana xwe anîye. Ev mirinek bi guman e." 
 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin