300 hezar kes ji Hema û Idlibê koç kirine

300 hezar kes ji Hema û Idlibê koç kirine

Hêj jî şer li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê berdewam e, û ji ber vî şerî zêdetirî 300 hezar kes koçber bûne.

A+A-

koçber bûne. Ev koçber li ser sînorê Tirkiyê bicih bûne û di nav darên zeytûnan de kon vedane.
 Hêj jî şer li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê berdewam e, û ji ber vî şerî zêdetirî 300 hezar kes
Ev bombebaran û topbarana ku li ser navçeyên bakurê Hemayê û başûrê Idlibê tên encamdan, wêrankariyeke mezin li pişt xwe dihêle.
 
Bernameya Cîhanî ya Xorakê WFP alîkariyan dabeş dike. Niha prgrama navdewletî ya xwarinê dest bi pêşkêşkirina alîkariyan bo wan koçberan kiriye, lê ew alîkarî têra wan nake.

 
Nûnera WFP, Corinne Fleischer radigihîne: “Bernameya xwarinê saet bi saet xwarina amadekirî dabeş dike, ew ne li nav kampê û ne li hîç deverekê nayê amadekirin, em hewl didin ku bikarin mehane xwarinê ji bo 800,000 dabîn bikin.”
 
 
Corinne Fleischer tekez dike: “Em daxwazê li hemû aliyê şer dikin ku vî şerî rawestînin, û jiyana sivîlan, û jêrxaneyan biprêzin û wê garantiyê bidin ku em bigihêjin her deverê daku alîkariyê van kesan bikin.”

 
Şer û pevçûn li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê bûne sedem ku bêhtirî 300 hezar kes berû bakur birevin.
 
 
 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin