“Girtiyan tazî dikin, mafên wan ên bingehîn binpê dikin”

“Girtiyan tazî dikin, mafên wan ên bingehîn binpê dikin”

.

A+A-

Li gorî rapora ku ÎHDya Êlihê amade kiriye li girtîgehên bajêr mafên girtiyan tên binpêkirin, girtî û hikumxwaran tazî dikin û li ser wan digerin û kiryarên xirab li wan dikin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê li girtîgehên bajêr lêkolîn kirine û di encamê de raporek amade kiriye.

Rêveberiya komeleyê di raporê de gotiye li girtîgehên bajêr girtiyan behsa van îdiayan  kirine ku mafên bingehîn ên weke tenduristiyê, ragihandin û peywendiyan tên binpêkirin, girtî û hikumxwar tên tazîkirin û li ser wan digerin, îşkence û kiryarên xirab li wan dikin.

ÎHDya Êlihê diyar kiriye ji bo binpêkirinên mafên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Êlihê û Girtîgeha Tîpa Tyê ya Êlihê serî li wan dane û Komîsyona Girtîgehan a ÎHDya Êlihê li ser van serîlêdanan ketiye nava hewldanan. Rayedarên Komîsyonê hevdîtin bi girtî û hikûmxwiran re, malbat û parêzeran re kirine.

Rapor di encama van hevdîtinan de amade kirine ku hin xalên di raporê de ne wiha ne:

  • Di hevdîtinan de hatiye famkirin ku mektûbên girtî dişînin, nagihên cihên xwe û derbarê aqûbeta wan de ti tiştekî ji girtiyan re nabêjin.
  • Rêveberiya girtîgehan kanalên radyo û televizyonên li qawîşan asteng dikin. Girtî neçar in ku bi tenê li wan kanalên rêveberiyan diyar kirine, temaşe bikin. Girtî bi tenê dikarin li 20 kanalên televizyonan û 5 kanalên radyoyan guhdar û temaşe bikin. Li hin qawîşan bi tenê radyo hene.
  • Rojname, kovar û pirtûkên ku girtî dixwazin nadin wan, weşanên mixalif asteng dikin. Rojnameya Evrensel, Birgun û Yeni Yaşamê nadin girtiyan gelek pirtûkên ji girtiyan re tên şandin, nadin wan û bi şûn da dişînin.

Hevdîtin tên astengririn

  • Ji ber sedema nexweşiya Covid-19ê di 14 mehên dawiyê de hevdîtinên bêsînor asteng kirine, bi tenê hevdîtinên bisînor hatine kirin, bi tenê 2 kes ji malbatan dikarîbûn hevdîtin bikirana, hevdîtin bi 30 deqîqeyan sînor kiribûn, li hin qawîşan girtiyan bi tenê 20 deqîqe hevdîtin dikirin.
  • Girtiyan îdia kiriye ku di dema hevdîtinên bisînor de gardiyanan zexta psîkolojîk li wan kirine û xwestine ji kabînên hevdîtinê derkevin, girtî, malbatên girtiyan û parêzeran ev îdia aniye ziman. Dîsa gelek malbat û girtiyan ew îdia anîne ziman ku di dema hevdîtinên bisînor de gardiyanan xwestine girtî tekmîlê  bidin.
  • Hatiye dîtin ku divê hin girtiyên nexweşên giran û yên temenê wan 60 û berjortir in, divê li nexweşxaneyên doktorên pispor lê hene, werin dermankirin lê ew nayê kirin.
  • Li girtîgehê girtiyekî birîndar heye, revîra girtîgehê têra dermankirina wî û yên di rewşa wî de bin nake.

“Hin girtiyan gotin îşkence li wan hatiye kirin”

  • Hin girtiyan gotin îşkence û kiryarên xirab li wan hatiye kirin. Bi taybet di dema ji girtîgeha Sêrtê hatine, gardiyanan xwestine wan tazî bikin û li ser wan bigerin, dema girtî li dijî vê derketine, gardiyanan ew ji ber çavên kamerayan dûr xistine hu heqaret, îşkence û kiryarên xirab li wan kirine, derb li wan dane, cil û bergên wan bi zorî ji wan kirine.
  • Li hin qawîşan mehê carekê, li hin qawîşan mehê dua caran, li hin qawîşan heftê 3-4 caran lêgerîn dibin, di dema lêgerînan de digel pandemiyê, bêyî lepikan karê lêgerînê tê kirin, li nava devê girtiyan digerin ku ev li dijî rûmeta mirovan e. Girtiyan neçar dikin ku di dema lêgerînan de tekmîlê bidin. Di dema serjimariyan de dixwazin girtî li ser lingan bin û tekmîlê bidin, girtiyên li ser lingan nesekinin cezayê derketina hevdîtinan û disîplînê didin wan.
  • Derketiye holê ku dema girtiyan dibin dadgehan, nexweşxaneyan, şandina ji girtîgehekê ber bi girtîgeheke din û girtiyên nû tên girtîgehan an jî girtî gi girtîgehan derdikevin bi darê zorê wan tazî dikin.
  • Bi ti awayî destûrê nadin girtiyan ku xebatên çandî, hunerî û sporê bikin.

 

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin