
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
.
Berpirsê payebilind ê Hemasê Mihemed Nezzel ragihand ku rêxistina wan dixwaze di heyama demkî de ewlehiya Xezeyê kontrol bike û ew nikarin soza çekdanînê bidin.
Nezzel li Dohaya paytexta Qeterê ji Reutersê re axivî. Serkirdeyê Hemasê got ku ew ji bo jinûveavakirina Xezeyê amade ne û teqez kir ku divê agirbest jî heta pênc salan bidome.
Mihemed Nezzel her wiha got, garantiyên ji bo paşerojê bi wê yekê ve girêdayî ne ku "hêvî û asoyên" dewletbûnê bidin Filistîniyan.
Berpirsê Hemasê îdamên ku roja duşemê li Xezeyê pêk anîbûn parast. Nezzel diyar kir ku di dema şer de tedbîrên awarte tên girtin û kesên hatine îdamkirin bi kuştinê sûcdar bûne.
“Em dê çekan radestî kê bikin?”
Mihemed Nezzel, roja çarşemê li ser pirsa gelo Hemas dê çekên xwe deyne yan na, wiha bersiv da: “Ez nikarim bibêjim erê yan na. Eşkere ye, ev bi cewherê projeyê ve girêdayî ye. Em dê çekan radestî kê bikin?”
Nezzel diyar kir ku mijarên dan û standinên bê ne tenê Hemasê lê komên din ên çekdar ên Filistînî jî eleqedar dike lewre divê ew bigihîjin helwesteke hevpar.
Mihemed Nezzel diyar kir ku ti berjewendiya wan di ragirtina termên dîlên ku di êrişên 7ê Cotmehê de hatibûn kuştin de nîne.
Berpirsê Hemasê got ku wan ji 28 terman herî kêm 9 term radest kirine.
Nezzel eşkere kir ku ji ber pirsgirêkên teknîkî, ew dikarin ji bo dîtina termên mayî alîkariyê ji Tirkiye yan Amerîkayê wergirin.
Hefteya borî, berpirsekî payebilind ê Tirkiyeyê ragihandibû ku Tirkiye dê bi Qeter, Misir, Îsraîl û Amerîkayê re ji bo dîtina termên dîlan hêzeke hevpar ava bike.
Hemasê di 4ê Çiriya Pêşîn de qebûl kiribû ku dîlan berde û birêvebiriyê radestî komîteyeke teknokrat bike. Hemasê roja duşemê hemû dîlên sax berdan.
“Qonaxa duyem dê di nêzîk de dest pê bike”
Mihemed Nezzel got ku dan û standinên qonaxa duyem dê di nêzîk de dest pê bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja sêşemê hişyarî da Hemasê ku çekên xwe deyne.
Nezzel li ser daxuyaniyên Trump, bal kişand ser parastina kamyonên alîkariyê û got ku divê ew ji diz û çeteyên çekdar bên parastin.
Berpirsê Hemasê got, "Ev qonaxeke veguhêz e dê birêvebiriyeke sivîl û teknokrat hebe û Hemas jî dê li qadê amade be. Piştî heyama veguhêz divê hilbijartin bên kirin."
Nezzel diyar kir ku navbeynkaran ji bo misogerkirina ewlehiya Xezeyê li gel wan behsa hêzeke navneteweyî nekirye.
Rêberên Hemasê berê jî çend caran pêşniyar kiribûn ku li hemberî avakirina dewleteke Filistînî ya li ser sînorên 1967an, ew dikarin bi Îsraîlê re agirbesteke demdirêj pêk bînin.
Mihemed Nezzel got ku wan di civînên bi berpirsên Amerîkî re agirbesteke demdirêj pêşniyar kiriye.
Nezzel da zanîn ku ji bo ji nû ve avakirina Xezeyê, pêdivî bi agirbesteke herî kêm sê heta pênc salan heye.
Serkirdeyê Hemasê got, “Armanc ne amadekariya ji bo şerekî paşerojê ye” û wiha pê de çû:
"Divê dewlet ji bo paşerojê hêvî û asoyan bidin gelê Filistînê. Gelê Filistînê dewleteke serbixwe dixwaze.”
Plana Trump û berteka Îsraîlê
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku ew li bendê ne Hemas bi rêkeftina agirbestê pabend be û ew dê plana xwe bi cih bînin.
Ofîsê tekez kir ku divabû Hemasê di qonaxa yekem de hemû dîl berdanê lê vê yekê nekiriye û divê li gorî plana 20 xalî tevbigere.
Plana Trump a 29ê Îlonê daxwaz dike ku Hemas bi lez hemû dîlan vegerîne, piştre çekên xwe deyne û birêveboriya Xezeyê radestî komîteyeke teknokrat a navneteweyî bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî piştgirî da planê û got ku ev plan dê şiyanên leşkerî yên Hemasê ji holê rake û rê li ber wê bigire ku Xeze careke din ji bo Îsraîlê bibe gef.
Li gorî daneyên Îsraîlê, Hemasê di êrişên 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de 1,200 kes kuştibûn û 251 kes revandibûn. Êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê jî bûn sedema mirina nêzîkî 68,000 kesan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin