Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir

Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir

.

A+A-

Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê li Navenda Fûar û Kongrê ya Navdewletî ya Mezopotamyayê destpêkir.

Fûar, heya 26ê Cotmeha 2025an dê dewam bike. Di fûarê de 31 weşanxaneyên Kurdî, bi temamî 200 weşanxane hene. Wê 68 çalakî bên li dar xistin ku di nav wan de seminer, panel û tevgerên weka wan hene. Navenda Fûarê her roj seet di navbera 10.00-19.00an de dê vekirî be.

Di vekirina fûarê de nûnerên partiyên siyasî, parlementer, endamên Yekîtiya Weşangeriyê û hemwelatî hebûn.

Di fûarê de, di merasima vekirinê de rêvebirê giştî yê TÜYAPê İlhan Ersözlü, serokê oda sanayî û bazirganiya Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya, hevserokê şaredariya mezin yê Amedê Doğan Hatun axifîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin