
Serok Barzanî bangî meleyan kir: Li dijî madeyên hişbir derkevin
.
Serok Mesûd Barzanî got, “Ez ji meleyan tika dikim ku li dijî madeyên hişbir derkevin.”
Serok Mesûd Barzanî doh li Hewlêrê bi mele û pêkhateyên ayînî re civiya.
Serok Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser mijara hilbijartinên Encumena Nûneran a Îraqê, rewşa heyî û rûdanên siyasî.
“Her zilm li Kurdan hatiye kirin”
Serok Barzanî amaje bi girîngiya propagandeyeke aram kir û got:
"Pêwîst e mele jî alîkar bin ji bo ku ev pêvajo bi awayekî azad û aram berdewam bike.
Her tim li dijî Herêma Kurdistanê plangêrî hebûye, heta niha jî ew bingehên ku dewleta Îraqê li ser wan hatiye damezrandin nehatine bicihanîn.
Gelê Kurd li Îraqê wekî welatî jî nehatiye qebûlkirin, wan heta jiyan jî ji bo Kurdan rewa nedîtiye. Her zilma ku karibin bikin li hemberî Kurdan kirine."
Serok Barzanî di axaftina xwe de behsa metirsiya madeyên hişbir a li ser ciwan û civakê kir û got ku bi plan li ser wê yekê dixebitin ku ciwanên me tûşî madeyên hişbir bikin û got:
"Ez ji meleyan tika dikim ku li dijî madeyên hişbir derkevin."
Serok Barzanî di beşeke axaftina xwe de behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê ji bo rêkxistina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hemû hewlan bidin.
Serok Barzanî spasiya "berxwedêriya" gelê Kurdistanê kir ku ji ber birîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Bexdayê ve li ber xwe daye û biland:
"Em hêvîdar in ku piştî hilbijartinê Îraqê vegerînin ser rêya rast."
Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Îraqê were avakirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin