
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk,, bi boneya derketina hejmara 500emîn a Rojnameya Agirî, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Ozçelîk, di peyama xwe de, ev pêngava rojnameyê wekî "kareke pîroz, bi qîmet, serbilindî û serkeftin" bi nav kir.
Di peyamê de, Ozçelîk diyar kir ku 500 hejmarên Rojnameya Agirî, di meşa rojnamegeriya Kurdî de, nîşana ked, îstîqrar û dilsoziya di warê azadiya ramanê û ragihandinê de ye. Wî herwiha tekez kir ku ev yek, ji bo her Kurdperwerekî cihê dilxweşiyê ye.
Peyama Ozçelîk wiha ye:
Di 20ê meha tebaxê de, Rojnameya Agirî dê hejmara xwe ya 500ê biweşîne.
500 hejmarên Rojnameya Agirî, di meşa rojnamgerîya kurdî de, di warê azadîya ramanî û ragehandinê de û di lêxwedîderketin, geş kirin û xurt kirina bîr û bawerî û hestên welatperwerîyê de; nişan û berhema ked, îstîkrar, berdewamî, biryardarî, dilsozî, bîrewerî, fedakarî, netewperwerî û niştimanperwerîyê ye. Di dîroka rojnamegerîya kurdî de, 500 hejmar, karekî pîroz e, bi qîmet e, serbilîndî û serkeftin e, ji bo her kurdperwerekî cîhê dilxweşîyê ye.
Rojnameya Agirî, rûmet daye min û nivîsên min jî belav dike. Ev ji bo min cîhê rûmet û kêfxweşî û serbilindîyê ye. Ez spasîya rêvebir û xebatkarên Rojnameya Agirî yê dikim. Herweha Rojnameya Agirî, daxuyanîyên partîya me jî belav dike. Ev nişana dostanîya me ya ji dil e. Ez ji bo vê yekê jî bi taybetî spasîya xuşk û biryarên xwe yên ku kedkarên Rojnameya Agirî yê ne dikim.
Rojnameya Agirî, di agahdarîya nûçeyan û di hûnandina raman û sîyaseta kurdistanî de, roleke dîrokî û girîng dilîhîze.
Girîngî, dewlemendî û taybetmendîyeke din ya Rojnameya Agirî yê ewe ku hem bi alfabeya erebî û hem jî bi ya latînî weşanê dike. Rojnameya Agirî, bi taybetî wek kurdên Bakurê Kurdistanê, ji bo me paceyeke, şibakeke girîng e ku em bikaribin ji rewş, bûyer, xebat, têkoşîn, siyaset, kultur û ramanên xuşk û biryarên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê agahdar bin. Ez ji bo ked û xebata wan a giranbûha hemû rêvbir, xebatkar, nûçegîhan, nivîskar û piştgirên Rojnameya Agirî yê, hemû rêvebir û endamên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) pîroz dikim, her serkeftinê ji wan re dixwazim.
Bi hêvîya ku Rojnameya Agirî bi hezaran hêjmar weşana xwe bidomîne; bi hêvîya ku di Kurdistana azad de, Rojnameya Agirî weke rojnameyeke rojane bigihêje bi milyonan mirovan. Li gel rêz û silavên xwe.
Mustafa Ozçelîk Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin