
100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
.
Tê pêşbînîkirin ku 100 hezar şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Asayîşê tevlî wezaretên parastin û karên navxwe yên Sûriyeyê bibin.
Tê payîn ku ev pêvajo heta dawiya sala 2025an bi dawî bibe.
Heyeteke leşkerî ya Rêveberiya Xweser 13ê vê mehê çû Şamê û di encamê de ev biryar hat dayîn.
Li gorî peymanê, HSD dê li herêmên xwe bimîne û hêzên hikûmetê jî dê li cihên ku niha di bin kontrola wan de ne bimînin.
Dan û standin didomin
Endamê heyeta dan û standinan Senherîb Bersûm ragihand ku hevdîtin dê berdewam bikin da ku li ser hûrgiliyan li hev werin.
Senherîb Bersûm got, “Ji bo li ser hûrgiliyan peyman bên pêkanîn dan û standin dê berdewam bikin.
Her wiha peyman dê heta dawiya sala îsal bên pêkanîn û serdana me ya bê dê hefteya pêşiya me pêk were.”
ENKS: Divê Pêşmergeyên Rojê jî bên gotûbêjkirin
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku ew derbarê van dan û standinên leşkerî nehatine agahdarkirin û teqez dike ku nabe Pêşmergeyên Rojê yên ku hejmara wan 5 hezar in bên jibîrkirin.
Serokê Ofîsa ENKSyê ya Şamê, Mehabad Tizyanî ji Rûdawê re got, "Em bi awayekî fermî nehatine agahdarkirin û em prensîbên tevlîbûna HSDyê jî nizanin.
Pêşmergeyên Rojê beşek ji Kurdên Sûriyeyê ne ku li dijî rejîmê derketin û qebûl nekirin ku xelkê Sûriyeyê bê kuştin."
Li gorî agahiyan, HSD dê piştî tevlîbûnê di çarçoveya sê firqeyan de li Hisîça, Reqa û Dêrezorê bimîne.
Her wiha dê lîwayên taybet ên jinan û yên dijîterorê jî bên parastin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin