Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye

Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye

.

A+A-

Di cîhana wêjeyê de, rexne ne tenê nirxandina hişk a berhemekê ye, ew di heman demê de afirandineke duyemîn e ku perdeyên veşartî yên metnê radike, bi karakteran re dikeve diyalogê û nexşeya derûniya nivîskar û civaka wî derdixe holê.

Rexnegir, wekî arkeologekî peyvan, qatên maneyê yek bi yek vedikole û digihîje koka heqîqetên ku di binê rûpelan de veşartî ne.

Wekî ku hozanvan û rexnegirê mezin ê Îngilîz T.S. Eliot dibêje, "Rexne ne ji bo dîtina kêmasiyan e lê ji bo pêşvebirina têgihiştinê ye."

Çorê Arda di nav dîmenê wêjeya Kurdî ya nûjen de, wekî dengekî xweser û cihêreng derdikeve pêş.

Ew ne tenê rexnegirek e, di heman demê de psîkoanalîstekî metnan, civaknas û şehrezayekî wêjeyê ye.

Arda, ku di sala 1979an de li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bûye û perwerdeya wênesaziyê dîtiye, bi hestyariya hunermendekî li metnan dinêre, lê bi kêra tûj a cerrahekî wan vedikole.

Bi pirtûkên xwe yên wekî Rexne û Rexnegirî I-II, berhemên gelek nivîskarên Kurd dahûrandiye û xwendineke cihê ji wan re kiriye.

Nêzîkatiya wî bi giranî li ser bingeha psîkoanalîzmê Freud, Lacan felsefeya hebûnê Sartre, Schopenhauer û teoriya postkolonyal Frantz Fanon ava bûye.

Di rexneyên wî de, em dibînin ku wêjeya Kurdî ne tenê çîrokeke hunerî ye, lê herwisa qêrîna derhişekî kolektîf e ku di bin barê bindestî, baviksalarî û trawmayên dîrokî de dinale.

 Ew "otopsiya ruhê bindest" dike, "anatomiya fermana dîtiran" derdixe û li "arezûya bav a desthilatdar" dipirse. Ji bo wî, her helbest, her çîrok û her roman "sindoqeke girtî" ya civakê ye ku divê bi mifteyên teoriyê bê vekirin.

Wekî ku Oscar Wilde bi awayekî îronîk digot, "Rexne forma herî bilind a otobiyografiyê ye."

Belkî jî rexneyên Çorê Arda, ji bilî analîza metnan, otobiyografiya hişê Kurdekî ye ku bi wêjeyê re li xwe û li civaka xwe digere.

Di vê hevpeyvînê de, em dê hewl bidin bikevin nav vê laboratûwara fikrî û li ser rola rexneyê, psîkoanalîzma wêjeyê û rewşa hişê Kurd ê afirîner rawestin.

Rûdaw: Silav û rêz kekê Arda, hûn wekî mamosteyê wênesaziyê dest bi karê xwe dikin lê di qada wêjeyê de wek rexnegirekî kûr û teorîk tên nasîn. Têkiliya di navbera wênesaziyê û rexneya wêjeyî de ji bo we çi ye? Gelo hûn li metnan jî wekî tabloyekê dinêrin ku divê kompozîsyon, reng û siyên wê bên şîrovekirin?

Çorê Arda: Silav. Ez dikarim bi rihetî bibêjim ku di navbera rexne û wêje û wênesaziyê de têkiliyeke estetîk heye. Weke hûn jî dizanin wênesazî estetîkkirina her tiştî ye. Rexne jî estetîkkirin û bedewkirina berheman e.

Çawa ku porbir kesên porên xwe diqûsîne û bedew dike, rexne jî metnan û wêjeyê bedew dike. Çawa ku dema xerzik tên terêfkirin, û tirîyê xerzik bedew dibe. Rexne jî di metnan de terêfkirina tiştên ne hewceyîn û zêdeyîn e.

Wênesaz jî terêfkirina tabloyan dike. Bêguman her metnek tabloyeke, helbet tabloyek tenê ji sî, reng û kompozîsyonan pêk nayên. Di tabloyan de raman, mijar, mekan, karakter, zeman, perspektîf, aheng, bedewbûn (estetîk) hwd. Bêguman di metnan de jî heman tişt derbasdar e. Çimkî herdu cûre jî edebî û afirînerî ye.

Rûdaw: Di nivîsên we de em bi giranî bandora psîkoanalîzmê (xasma Freud û Lacan) û felsefeyê (Sartre, Schopenhauer, Fanon) dibînin. Çima ev rêbaz? Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku ji bo têgihiştina wêjeya Kurdî, ku wêjeyeke bindest e, şîroveya derûnî û felsefî ji rexneya estetîk a klasîk girîngtir e?

Çorê Arda: Bêguman rexneyeke bêfelsefe, bêlêkolînî û bêpsîkoanalîzm dişibe girareke bêxwê, jixwe girara bêxwê jî xavî ye û nayê xwarin. Çimkî ev rêbaz rexneyê bi pî û ling dike, pî û ling jî zanîn e, bê zanîn jî rexne nabe, an na tenê şîrovekirin dê rijî bimîne. Sûdwergirtina nivîskar û feylesofên û psikanalistên weke Sartre, Schopenhaur, Fanon, Lacan û Freud, helbet bo min rêbazeke hêja ye, çimkî rêbaza zanînê ye, rêbaza pirhêlî, pirçavî ye.

Fanon temsiliyeta metnên bindest diteyisîne. Freud û Lacan jî temsîliyeta psîko-psîjîzm û paradoksên metnên bindest berbiçav dike, Sartre û Schopenhaur jî serîrakirin, heqîqet û felsefeya metnên bindest û yên dîtir, hebûnê vedikolîne. Loma bê zanîn rexne nabe.

Îcar em werin ser pirsa we ya din, wêjeya klasîk û a nûjen têkildarî hevdu ne, heta ji hevdu re pirên dehderî ne. Lê belê serdema em têde dijîn êdî ne serdemeke klasîk e, divê rexne jî xwe nû bike û veguherîne rûyekî din...

Rûdaw: We du pirtûkên teorîk bi navê Rexne û Rexnegirî nivîsîne. Armanca we ji van berheman çi bû? Gelo hûn hewl didin ku ji bo rexneya Kurdî "ekolekê" yan jî "rêbazeke" xweser ava bikin ku li gorî rewşa civaka Kurd be?

Çorê Arda: A rast armanca min a rexneyê lêgerîneke, helbet dema min nû dest bi rexneyê kir, bo min ceribandin bû lê belê her ku dem bihurî bêtir lêgerînên cihê di hişê min de nizilî, bêtir min xwest rê û rêbazeke cihê biafirînim. Loma jî min di rexneyên xwe de, tablo û metin, metin û psîkoanalîzm, metin û felsefe, metin û wêje, metin û civkanasî dan ber hevdu lê çiqasî bi ser ketim nizanim.

Biryara wê dê xwendevan bide. Dîsa dibêjim a min rê û rêbazeke lêgerînî ye, hê jî di lêgerînê de me. Taliya talî jî çiqas em rê û rêbazeke nû jî biafirînin talî ji teqlitekê wêdetir ne ti tişt e.

Rûdaw: Di gelek nivîsên we de (li ser berhemên Gula Almast, Lorîn S. Dogan, Nûroj Mûnzûr), têgehên wekî "zagona bav", "desthilatdariya bav", "kompleksa Oîdîpûs/Elektra" û figura bavê otorîter serdest in. Gelo hûn vê yekê wekî pirsgirêka sereke ya civaka Kurd û birîneke kûr a wêjeya wê dibînin? Bav di wêjeya Kurdî de nûnertiya çi dike: malbat, kevneşopî yan jî dewleta mêtinger bi xwe?

Çorê Arda: Belê ev pirsgirêkeke civakî ye. Di civakên bindest de bawer im ev pirsgirêk zêdetir e. Helbet pirsgirêkeke kûr e û divê di metnan û wêjeyê de baş bê analîzkirin. Bav dewlet e, otorîter e, zagon e. Bo çi zarok dixwazin têkevin dewsa bavên xwe, çimkî di çavên zarok de bav xurt e, qehreman e.

Em di metnên dinyê de jî van nîşanan dibînin. Sedemê wê jî helbet heyamên Odipûs/Elektra ne. Di pirtûka Karamozov ya Dostoyevskî de karakter bavê xwe dikuje, Odipûs qraleke û bavê xwe dikuje û bi dêya xwe re dizewice.

Yanî bi kurtasî otorîteya bav an jî zagona bav di wêjeyê de gelek girîng e, îcar di miletên bindest e, zagon û otorîteya bav duqat girîng e çimkî him ji hêla feodalîzm û him jî ji hêla bindestiyê duqat girîng dibe loma pirsgirekeke girîng a Kurdan e. Welhasil mijareke wêjeyî ya psîkoanalîstîk e.

Rûdaw: Belê. Di rexneya xwe ya li ser pirtûka Nûroj Mûnzûrê de, hûn bi awayekî pir wêrek dabaşa "tecawiza bav li dê" di malbatên qelebalix ên bindest de dikin û hûn arezûya kuştina bav wekî mijareke psîkoanalîtîk datînin holê. Ev tespîteke pir radîkal e. Gelo wêjeya Kurdî amade ye ku bi van rastiyên veşartî yên civakê re rû bi rû bibe?

Çorê Arda: Bi rastî hewce ye, di rexneyê de mirov rastiyê vebêje, çimkî heqîqet û rastî di rexneyê de gelekî girîng e, a ku civakan pêş ve dibe rexne bi xwe ye, an na civak wê paşverû bimîne. Erê di civakên me Kurdan de, di malbatên qelebalix de îhtîmal e ku hin zarok bi awayekî zordarî hatibin dinyê ango tecawiza bav a li hember dê gengaz e, ev fikreke ne radîlkal e, a rast ev rastiyeke.

Çimkî ne gengaz e, malbateke 12-14 zarokên wan hebin û giş bi hevşabûneke hevpar çê bûbin. Loma dibêjim di metnên Kurdî de divê em rastî û heqîqetên veşartî berbiçav bikin, çimkî wêje çila civakê ye, pêşketin e, rexne moxila rastiyê ye, wêje ne tenê xwetatmînkirin e.

Rûdaw: Bextiyar Elî di berhemeke xwe ya teorîk de dibêje, "Rexneya Kurdî bi piranî yan pesindan e yan jî dijminatî ye. Kêm caran analîzeke bêalî ye ku berhemê bi xwe dinirxîne." Tu li ser vê yekê çi dibêjî? Gelo rexneya me – eger hebe – ji bin siya siyasetê û têkiliyên şexsî derketiye, em dikarin qala rexneyeke Kurdî ya rasteqîn bikin?

Çorê Arda: Heke em rastiyê vebêjin, divê di rexneyê de bêalî û objektîfbûn hebe, heke tune be, dê zirarê bide xwe û wêjeyê, helbet dê zirara te xwe bigihêjî nivîskar jî. Lê divê ez vê rastiyê jî vebêjim, ma ku nivîskarekî yan jî hunermendekî baş, jêhatî û zîrek be, berhemên wî baş be divê em pesnên wî nedin gelo? Harold Bloom di berhema xwe ya rexneyî ya bi navê Batı Kanonu (Qanona Rojava) de edeta Şekspîr dike weke xwedayekî, di çavên Harold Bloom de Şekspîr di wêjeyê de dahî ye.

Yanê heta tu bêjî pesnên wî vedide. Helbet Şekspîr vê pesnê jî heq dike. Di rexneyê de divê pesin hebe, lê li gor rastiyê, ne ku hema em pesna vala û pûç bikin, ne rexneyeke dijminatî, lê gerek em rexneyeke erênî û neyenî ava bikin. Ha di civata me da em li dîmênên pesn û dijminatiyên vala û pûç rûbirû dimînin, lê li gor min tenê bayeke û zû ji holê radibe.

Li gorî zagonê heyatê û yên wêjeyê jî diyalektîk heye, loma jî em bivêûnevê jî bîrdozî tevlî kaniya wêjeyê dibe, a rast divê bîrdozî tevlî kaniya wêjeyê nebe lê mixabin di hemû miletên bindest de ava cihoka wêjeyê û bîrdoziyê tevlî hevdu dibin. Mînakên wiha di dinyê de pir in. Di gelek nivîskarên dinyê de em pêgeha bîrdoziyê dibînin. Ev ne meseleyeke me tenê ye.

Rûdaw: Jacques Lacan û "teoriya neynikê" di gelek analîzên we de cih digirin. Hûn dibêjin nivîskar dixwaze bê dîtin, heta mirina wî jî bê dîtin. Gelo nivîsandina wêjeyê ji bo Kurdan hewldaneke "hebûnê" ye li hemberî polîtîkayên tunekirinê?

Çorê Arda: Bi rastî her nivîskar dixwaze bê dîtin, ma di heyata rastîn ne wiha ye, zarokek jî dema dileyze, dixwaze herkes li wî temaşe bike. Çimkî egoya mirov vê rastiyê destnîşanî me dike. Li gor teoriyên derûniyê û psîkoanalîzmê jî dîtin û hatedîtibûn gelekî girîng e.

Mesele çavên xweyî û çavên dîtir e. Çavên xweyî dixwaze çavên dîtir wî bibine. Di dil û binhiş û derhişiya mirov de ev rastî veşartî ye. Lê heqîqet çavên xweyî de veşartî ye, ne di çavên dîtir de. Wêjeya kurdî helbet li hember desthilatdariyê, zilimkariyê û tunekirinê de xwehebûnekê destnîşan dike, divê xwe nîşan jî bide, çimkî ev jî şêwazeke wêjeyî ye, serîrakirineke wêjeyî ye, helbet hebûn tenê bi wêjeyê ve ne girêdayîye, wêje tenê lingekî hebûnê ye.

Rûdaw: Ji bilî rexnegiriyê, we romanên wekî 496 û Roman û pirtûkeke çîrokan bi navê Mêşo nivîsîne. Rexnegir Çorê Arda çiqas destê xwe dixe nav karê romannûs Çorê Arda? Gelo dema hûn dinivîsin, bi çavê rexnegirekî li metna xwe dinêrin an jî hûn dikarin van her du "kesayetan" ji hev veqetînin?

Çorê Arda: A rast berî rexnegiriyê, jixwe min romanên xwe nivîsandibûn, çimkî vê dawiyê min dest bi rexnegiriyê kiriye. Helbet bo berhemên xwe yê nû êdî ez dê bikaribim bi çavên rexneyî jî daxilî metnên xwe bibim.

Rûdaw: Mijarên ku hûn di rexneyên xwe de vedikolin – baviksalarî, bindestî, trawma, derûnî – di berhemên we yên afirîner de çawa cih digirin? Gelo berhemên we yên wêjeyî bersivek in ji pirsên ku hûn wek rexnegir dipirsin?

Çorê Arda: Di berhemên min yên wêjeyî de mijarên afirînerî piranî weke di rexneyên xwe de behs dikim mijar piranî bindestbûn, serîrakirin, mêtingerî, takesîbûn û dîtirbûn e, psîkoanalîzm e. Mijarên ku ez behs dikim di bin konê karakter de tên vegihandin. Yanî karakterên berheman piranî hêla wan ya paradoksal û derûnî derpêş in.

Em nikarin bêjin bersivek in, bi ya min lêkolîna ruhên otopsiya karakterên têkçûyî ne, lêgerîna heqîqeta karakterên xwebûnê ye. Ango berhemên min yên wêjeyî li xwe mikurhatineke, lixwegerîneke, li dû pêgeha heqîqeta xwe ye. Helbet heqîqeta min jî heqîqeta miletekî diteyisîne, weke dîyalektîkê.

Rûdaw: Hûn rewşa rexneya Kurdî ya îro çawa dinirxînin? Gelo ji bilî danasîna pirtûkan û nivîsên pesindayînê, rexneyeke teorîk û têra xwe kûr heye? Astengiyên li pêşiya pêşketina rexneya Kurdî çi ne?

Çorê Arda: Bi ya min rexneya Kurdî hîn kamil nebûye, hîna gelek nan û av jê re lazim e. Helbet hin çirûsk jî hene, lê belê kêm in. Rexneyên teorîk û kûr hene, lê wekî min go, hîna pir kêm û netêgihiştî ne, encax bi tilîyan meriv dikare bijmêre.

Loma bo asta rexneya teorîk û kûr gelek nanê tenûrê lazim e. Çimkî dema em li rexnegirên dinyê dinêrin em têdigihêjin ku di behrê de em hîn ne niqûtek av in. Welhasil bi rastî jî teorî û rexne karekî pir zahmet e, û serêşandin jê re lazim e.

Rûdaw: Di cîhaneke ku her tişt bi lez tê vexwarin û medyaya civakî serdest e, xwendina rexneyên kûr û akademîk ji bo xwîneran zehmet bûye. Divê rexne xwe li gorî vê serdemê biguherîne yan divê li ser kûrahiya xwe rijd bimîne?

Çorê Arda: Belê rast e, heyat bi xwe bûye simûlasyon, dijîtalîsyoneke bêserî û bêbinî, lê belê divê kûrahiya rexneyê wenda nebe. Çimkî rexne kûrahî ye, rexne bi sûkî nayê kirin otonomeke rexneyê heye, lê wekî we go dem diherike û serî bi zemên nayê derxistin, loma jî divê xwe li gor demê jî rojane bike. Divê wê pîvanê rexnegir eyar bike.

Rûdaw: Projeyên we yên ji bo paşerojê çi ne? Gelo em dê Rexne û Rexnegirî III jî bibînin, an hûn ê bêtir giraniyê bidin ser afirandina wêjeyî?

Çorê Arda: Projeyên min ji bo paşerojê bi rastî ew dê piranî ji bo karên edebî û hunerî be. Vê gavê projeyeke min a rexneyî heye lê ne rexne û rexnegirî-III, ango projeyeke cihê di hişê min de heye. Projeyeke min ya din jî roman e. Niha li ber destê min e, kengî dê derê nizanim, 2015 ve li ser diştixilim.

Rûdaw: Wekî gotina dawî, ji bo nivîskar, rexnegir û xwînerên Kurd peyama we çi ye? Divê em çawa li wêjeya xwe xwedî derkevin û wê çawa bixwînin da ku em bikaribin "otopsiya hişê xwe" bikin?

Çorê Arda: Bi rastî dikarim vê bibejim, divê lixwe bigerin, xwebûna xwe bigerin, daxilî xwe bibin, xwe nas bikin, li pê heqîqet û rastiya xwe bikevin, xwe bin, xwebûn girîng e. Bixwînin, bixwînin, bixwînin heta ku ruh di we de hebe divê bixwînin da ku hûn xwe nas bikin, xwenaskirin xwebawerî ye.

Xwendin kamilbûna hiş e, hişê kamilbûyî zanîn e, zanîn xwenasîna xwe ye. Wekî gotina dawiyê bi xwendinê encax meriv li wêjeya xwe xwedî derkeve, helbet berhemên baş bên afirandin a wê çaxê dê xweber xwedîtî wê lê bê dayîn. Bi xwendineke hişê kamilbûyî, bi xwendinên analîzkirî û bi xwendinên kitekit encax encax em otopsiya hişê xwe bikin.

Rûdaw: Rast e, xwendin herî pêwîst e. Gelekî spas kekê Çorê.

Çorê Arda: Ji bo vê hevpeyvînê spasiya te dikim kekê Besam. Herwiha spasiya Rûdaw TVyê jî dikim. Mala we ava.

Rûdaw: Malî ava!

Çorê Arda kî ye?

Çorê Arda sala 1979an li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Beşa Wênesaziyê li Zanîngela Dîcleyê kuta kiriye. Ew niha li Dêrikê mamostetiyê dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor û Dilopê de derketine.

Pirtûkên wî:

  • 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman
  • Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman
  • Rexne û Rexnegirî I, Weşanên Belkî, 2021, Teorî
  • Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok
  • Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin