
Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
.
16 baroyan Bakurê Kurdistanê derbarê lêpirsîna mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Wanê Rojîn Kabaîşê de daxuyaniyeke hevpar da û ragihandin ku ew dê bibin şopdarên dosyeyê.
Baroyên Amed, Wan, Colemêrg, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Agirî, Semsûr, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Îdir, Qers, Mûş, Sêrt û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê li ser dosyeya Rojîn Kabaîş daxuyaniyeke hevpar a nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mirina Rojîn Kabaîşê di serî de di nav jinan de û di nav beşên berfireh ên civakê de bûye sedema xemgîniyeke kûr û daxwazeke xurt a edaletê.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Mirina Rojîn Kabaîşê ya ku sala 2024an bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, di serî de di nav jinan de û di nav beşên berfireh ên civakê de bûye sedema xemgîniyeke kûr û daxwazeke xurt a edaletê.
Di vê bûyera ku gumana binpêkirina mafê jiyanê tê de heye de, birêvebirina lêpirsînê li ser îdiaya ‘xwekuştinê’ bêyî ku hemû îhtimalên mimkun bi têra xwe bên lêkolînkirin, bi awayekî cidî rê li ber derxistina rastiya madî girtiye.
Her wiha di dosyeyeke ewqasî hestiyar de Saziya Bijîşkiya Dadî demeke dirêj raporên xwe pêşkêş nekirin; raporên ku ji destpêka lêpirsînê ve hatine şandin jî nakok, kêm û ne bes bûn, ku ev yek zererê da lêgerîna edaletê û di wijdana giştî de bêbaweriyeke kûr çêkir.
Wekî baroyên herêmê, em careke din ducare dikin ku em dê heta dawiyê şopdarên dosyeya Rojîn Kabaîşê bin.
Em ji raya giştî re radigihînin ku ji bo pêkanîna edaletê, derxistina rastiya madî bi hemû aliyên wê ve û pêşîgirtina li binpêkirinên mafan ên bi heman rengî, em dê pêvajoyê bi biryardarî bidomînin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin