Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî

Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî

.

A+A-

Li Îranê Dadgeha Kermanşahê bi temamî 20 sal ceza da çalakvanên dînî. Di nava çalakvanan de ji navça Ciwanroyê Yasin Azami, Mûîn Xwedadadî, Yasîn Şahsawarî, Ferîd Moradî û Yasin Ramazanîzadeh, ji Sarpol-e Zahabê Hemin Palanî, Îrfan Moradi û Peyman Babaî bi temamî 8 çalakvanên dînî hene û temamê wan Kurd in.

Li gor ragihandina Hemgawê; dadgeha Kermanşahê ya yekem beşa yekî bi sedema endamên grûbên li hemberê hukumetêne, her yek 2,5 sal cezayê hebsê da 8 çalakvanan. Tevî îtîraza wan Dadgeha Temyîzê ya Kermanşahê ya di bin serokatiya dadger Nawid Sahraî de ku beşa wî ya 14em e, cezayê wan tesdîq kir.

Piştî erêkirina dadgeha temyîzê bangî wan kirin da herin cezayê xwe bikşînin.

Grûba dînî di sala 2021an de hatibûn girtin û paşî bi kefalet serbest berdabûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin