Berdevkê HSDê derbarê êrîşan de bang li NY kir

Berdevkê HSDê derbarê êrîşan de bang li NY kir

.

A+A-

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kino Gabrîel derheqê êrişên Tirkiye yên li ser Eyn Îsayê de bang li Neteweyên Yekgirtî kir daxwaz kir ji êrîşên Tirkiye re sînorek bê danin, da ku mafên mirovî binpê neke.

Berdevkê HSD beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24 bû. Gabrîel dibêje, "Taybet rewş Eyn Îsa wekû hûn jî dibînin dûh û îro aram e. Lê car caran şer di navbera me û grûbên çekdar de çêdibin. Ev rewş ne wek hefteya borî ye. Hefteya borî şer li wê deverê gelek tûnd bû. Her wiha ji aliyê grûbên çekdar ve topbaraneke tûnd hebû ku Tirkiye piştevaniya wan dike. Navenda bajarokê Eyn Îsa û derdora wê dikirin armanc. Di vê çarçoveyê de jî Hêzên Sûriyeya Demokrat bersiva êrişên grûbên çekdar dan. Nehişt ku ew grûbên çekdar bi pêş bikevin. Ku hewlên wan berdewam bûn da ku derbasî gundên li ser riya M4 bibin."

Herwiha Berdevkê HSD sebaret bi têkiliyên li gel Rûsya de jî dibêje, "Belê pêwendiya me li gel hêzên Rûsî yên li deverê berdewam in. Taybet li ser wê mijarê jî hem li ser mijar û binpêkirinên din ên li wê deverê çêdibin, gotûbêjên me li ser vê bingehê berdewam in. Ji bo ku rawestandina êrişên grûbên çekdar em jî li hêviya bersiva Rûsyayê ya eşkere ne. Da ku gavêb pratîk bavêjin. Binpêkirinên grûbên çekdar ên ser Tirkiye ve rawestînin. Yên li ser bajarokê Eyn Îsa. Taybet vê hefteyê û meha borî de jî..."

Derbarê êrîşên Tirkiyê de Gabriel dibêje: "Gefên Tirkiye berdewam in. Ne tenê derheqê Eyn Îsa, li deverên din jî: Li Bakurê Rojhilatê Sûriye gef berdewam in. Şer ne tenê li Eyn Îsa heye, li deverên din jî berdewam in. Tiltemir û gundewarên wê. Li Gûndewarên Serekaniyê, Girê Spî berdewam in. Min bawere bernameya Tirkiye ew e ku cihê kontrola xwe li Sûriye berfirehtir bike. Hûn axa nû jî bi dest bixe. Bi riya grûbên çekdar yên ser bi wê ve. Ez ne di wê baweriyê de me, Tirkiya nikare vê demê ew tiştên dixwaze bi destxwe ve bîne. Nikare li vê deverê zêdetir axê bi dest xwe ve bîne. Divê rêkeftinek çêbibe, divê li hevhatin hebe. Peyman û rêkeftinên berê jî hene. Di navbera hêzên herêmî, derbarê deverên me de. Lê niha tiştekî wisa tune ye. Tirkiye nikare çi erdan bi destxwe ve bîne. Çi guhertin jî di kontrola axê de li deverê nehatine gûhertin."

Di berdewamiyê jî de Gabriel dibêje dibêje, "Metirsî li ser sivîlan gelek heye. Qûrbaniyên sivîl jî hene. Di encama operasyonên leşkerî de. Encama topbarana berdewam li ser bajarokê Eyn Îsa û gundên derdora wê tên kirin. Li gor raportên digihin destê me heta niha qûrbanî hene, sivîl şehîd ketine. Heta em dikarin bêjin îro di çarçoveya vî şer de dibe sebeba aloztirbûna deverê. Civaka sivîl jî li jêr metirsiyê de ye. Ew jî di metisitê de dijîn. Em dixwazin ev were rawestandin. Em daxwazê ji Netweyên Yekgirto dikin ku van operasyonan rawestînin, civaka navdewletên destwerdanê bikin, divê pabend bin. Nija vîrîsa koronayê hene. Em mijûlî tiştekî din in. Em ji neteweyên Yektgito daxwaz dikin, ne tenê li Sûriye, li deverên din jî yên Tirkiye mafên mirovî binpê dike rawestîne. Ev yek civaka navdewletî tê xwestin ku berpirsyaretiya xwe rabe. Sînorekê ji bo Tirkiye dane, Tirkiyeyê siza bike. Da ku ev binpêkirin dubare encam nedin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin