Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê

.

A+A-

 Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Qusay El Dehaq El Dehaq got, “Tirkiye him alîkariya terorîstan dike û him jî binesaziyên sivîlan dike armanc.”

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî civîna xwe ya mehane ya li ser Sûriyeyê li bajarê New Yorkê li dar xist.

Di cîvînê de rapora mehane hat parvekirin û nûnerên dewletan jî derbarê raporê daxuyanî dan.

Lê di civînê de Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Qusay El Dehaq Tirkiye bi tundi tawanbar kir.

“Bila êrişên xwe yên li ser binesaziyên sivîlan rawestîne”

Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Qusay El Dehaq got:

“Em bangî rejîma Tirkiyeyê û rejîma Erdogan dikin ku bila li bakurrojavayê Sûriyeyê piştgiriyê nede terorîzmê û bila êrişên xwe yên li ser binesaziyên sivîlan rawestîne.

Herwiha bila pêşiya ava Elokê negire çimkî pêşgirtina ava Elokê 1 mîlyon kesan bê xîzmetgûzarî dihêle.”

Li aliyê din jî di civînê de Nûnerê Teybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen rapora xwe ya mehane parve kir.

Pedersen ragihand ku pêvajoya muzakereyên Sûriyeyê qet bi pêş ve naçin û hê jî her meh ew heman pevçûnan careke din di raporen xwe de dibînin.

Pedersen di vê çarçove yê de bangî hemû aktorên Sûriyeyê kir ku bila pevçûnan bi dawî bikin.

“Li Sûriyeyê hîç nîşaneyeke aramiyê tune”

Nûnerê Teybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen got:

“Li Sûriyeyê hîç nîşaneyeke aramiyê tune.

Em tenê aloziyên nehatine çareserkirin, zêdebûna pevçûnan, dijminiyên mezintir dibînin.

Ev jî dibin zêdebûna alavên agirê li Sûriyeyê.”

Herwiha Pedersen di berdewamiyê de destnîşan kir ku di rapora wan a mehane de ew careke din dibînin ku li bakurrojavayê Sûriyeyê rejîma Sûriyeyê û HTŞ hev bombebaran dikin.

“Êrişên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin”

Li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê jî Pedersen wiha anî ziman:

“Li Rojavaya Kurdistanê êrişên dronî yên Tirkiyeyê didomin.

Di navbera HSD û grubên çekdar de pêvçûn derdikevin.

Hin êşîretên Ereban êrişî HSDyê dikin û êrişên DAÎŞê jî didomin.”

Di heman demê Pedersen tekez kir hewcedariya çareseriyeke nû û firehtir heye çimkî li Sûriyeyê 6 artêşên biyanî cih digirin û divê hemû alî beşdarî mizekerayan bibin.

Pedersen da zanîn ku wî di vê çarçoveyê de çend hefte berê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê re li Enqereyê hevdîtinek kiriye lê di derbarê hevdîtinê de tu hûrgilî nedan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin