AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da

AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da

.

A+A-

Serlêdana karkerên Şaredariya Cizîrê ku peymana wan a kar ji aliyê rêveberiya qeyûm ve hatibû betalkirin, ji aliyê AYM’ê ve hat qebûlkirin. AYM’ê diyar kir ku mafê karkeran hatiye binpêkirin û biryar da careke din darizandin çêbibe.

Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de piştî ku Hewldana Darbeya Leşkerî çêbû û Rewşa Awarte hat îlankirin, Rêveberiya Qeyûm a Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê bi KHK’a hejmara 667’an peymana kar a karkeran betal kir û gelek karker ji kar avêt. Qaymeqamiya Cizîrê, ji Buroya Rewşa Awarte re avêtina karkeran weke “pêvgihana rêxistinê” nîşan da.

SERLÊDANÊN KARKERAN RED KIRIN 

Karkeran, li ser vê yekê şaredariyê û şîrketa girêdayî wê li Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya Cizîrê gilî kirin. Dadgehê jî bi hinceta ku karker bi KHK’a hejmara 667 ji kar hatine avêtin serlêdana karkeran red kir. Piştî vê jî karkeran serî li îstinafê dan. 8’emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê jî daxwaza îstinafê red kir û karkeran bi girêdana PKK’ê sûcdar kir. 

AYM: BINPÊKIRIN HEYE

Karkerên ku terka têkoşîna xwe ya hiqûqî nekirin, herî dawî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana takekesî kirin. AYM’ê, serlêdana karkeran qebûl kir û destnîşan kir ku di biryara ku dadgeha herêmî daye de binpêkirin heye. AYM’ê di biryara xwe de destnîşan kir ku dadgehên herêmî bêyî ku lêkolîna şertên betalkirinê bikin, li gorî gumana karsaz biryar dane  û ji ber vê jî darizandineke rasteqîn nehatiye kirin. 

AYM’ê, ji bo encamên binpêkirin maf ji holê rabin biryara jinûve darizandinê da. 

AYM’ê, daxwaza tazmînatê ya karkeran jî red kir. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin