Armanca Wîkîferhengê 'milyonek peyvên kurdî ye'

Armanca Wîkîferhengê 'milyonek peyvên kurdî ye'

Wîkîferhenga înteraktîf û azad di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê bakirî di rêza 9'an de ye. Heta niha 811 hezar û 307 peyvên kurdî li Wîkîferhengê hatine barkirin. Wîkîferhengê hedefa "Milyonek peyvên kurdî" danî pêşîya xwe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wiktionary ferhenga înterakîf û azad e, ku têde gelek ferhang bi zimanên cuda hene. Ferhenga Kurdî jî yek ji wan e ku navê wê jî Wîkîferheng e. Li gorî vê ferhenga înteraktîf û azad, Kurdî di nava zimanên di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê barkirî, di rêza 9´an de ye, Heta niha bi 811 hezar û 307 peyvan ew bi gelekî li pêşîya Tirkî, Farsî û Erebî ye. Niha hedefa Wîkîferheng "Milyonek peyvên Kurdî" ye. Ger bigihîjin hedefa xwe di nav zimanên dinyayê de ew ê bibin 5’emîn zimanê aktif.

 

Wîkîferheng 2’yê Gulana 2004’an ji alîyê Husein Muhammed ê ji Zaxoyê ve hatîye avakirin û niha ji alîyê gelek kesan ku xebata xwe wek "zibare" pênase dikin ve tê birêvebirin. 

 

Wîkîferheng ku niha di nav zimanên din de di rêza 9´an de ye, wekî hedef danîye pêşîya xwe ku ew ê peyvên Kurdî ên di ferhengê de bikin milyonek. Her wiha bang li kesên şareza û heweskarên Kurdî dike da ku bi hev re bigihîjin vê hedefê.

 

Em bi Wîkîferhengê re peyivîn. Ji ber karê wan kolektîf e, xwestin bi ser navê "Wîkîferheng" bersiva pirsên me bidin.  

 

KURDÎ BI ÎNGÎLZÎ RE DI REQABETÊ DE YE 

 

Wîkîferheng derheqa "Yek Milyon Peyvên Kurdî" de ji me re got:"Belkî ji wan 500 hezar peyv bin. Yên din guherandin in. Armanca me ya sereke ew e ku ferhengnasîya kurdan bigehînin asteke bilind ku niha di Wîkîferhengê de di nav zimanê rojhilata navîn de zimanê kurdî ji alîyê ferhengnasîyê dê zimanê herî aktîf e. Niha li gel zimanên çînî, elmanî, ingilîzî di reqabetê da ye. Yekemîn armanca yek milyon peyv û guherandin ew e ku di nav zimanên dinyayê de em ê bibin 5’emîn zimanê aktif. Niha zimanê sereke ingilîzî ye ku xwedî 6 milyon peyv û guherandinan e.”

 

PAŞÊ JÎ WÎKÎPEDÎYAYA KURDΠ

 

Wîkîferheng piştî xebata xwe ya Wîkîferhengê jî armanca xwe wiha eşkere dike: “Armanca me ew e ku em kurdînûsan kanalîze bikin Wîkîpedîyaya Kurdî ku niha di warê ansîklopedîyê û nivîsaran de zeîf e Wîkîpedîyaya kurdî. Niha me gelek gotarên kurdî li ser wîkîpedîyaya kurdî afirandine bi nêrîneke kurdî û bi dîsîplîneke akademîk e.” 

 

GAVA KURDÎ SÎNORAN XELAS BIKE 

 

Wîkîferheng da zanîn ku ew dixwazin bala kurdan bikişînin ser Wîkîferhengê û xebatên zimanê kurdî û wiha got: “Tiştên ku Wîkîferhengê ji destpêkê ve pêk anîye dixwaze bike; tu kêmasîya Kurdî ji zimanên din tuneye ye. Ew di platform û dinyayeka (dinyaya ferazî, dinyaya sanal de) azadtir de dikare eynî mîna zimanên din ên serdest cihê xwe, li rêzên pêş, bigire. Gava Kurdî ji zext û sînoran xelas bibe, ew ê ji zîncîr û bendên li dor tê gerandin jî xelas bibe. Hedefa mîlyonek û di rêzên pêş de cihê xwe girtin, dê vê xwebawerîyê bide Kurdan bixwe. Wekî din, ji çendanîyê zêdetir çawanî hedef û armanca pêştir e. Em dixwazin Wîkîferhengê bo her zimanî bikin çavkanîya yekem. Em dixwazin naveroka peyvan, biwêjan, gotinan baştir û çêtir bikin. Loma kesên pispor, kesên ku di her zimanî de dikarin tiştekî li wîkîferhengê zêde bikin bikarin bi me re bibin alîkar.” 

 

HINO HINO ZIMANÊN DIN JΠ

 

Wîkîferheng destnîşan dike ku ji armanca yek mîlyon peyvan wêdetir armanca wan sereke ew e baştirkirina naveroka ferhengê ye û wiha pêde çû: “Hin ziman di wîkîferhengê de bi gelek peyvan hene, hin ziman hîn tenê bi çend peyvan hene. Wek mînak, van rojan bi alîkarîya Husein Muhammed em peyvên Fînlandî di Wîkîferhengê de zêde dikin. Di demeka nêzik de Wîkîferhengê bo ferhenga Fînî-Kurdî jî dê bibe yek ji çavkanîyên serektir. Wîkîferheng bo etîmolojî, bo mînakdayîna literatûrî, wêjeyî jî çavkanîyeke gelek dewlemend e. Ji vî alî ve jî em wîkîferhengê dewlemendtir dikin. Meriv ya rast bibêje, karên ku hewce bi alîkarîya gelek kesan, kesên zana û pisporan heye, karê bi salan hîn jî li pêş me ye. Wîkîferheng ji bo nêzikkirina zareve û şêwazerên Kurdî jî jixwe kêm zêde tiştinan pêk tîne.” 

 

WEKÎ HER ZIMANÎ XWEBEXŞANE TÊ KIRIN 

 

Ansîklopedî û ferhengên mîna "Wîkîpedîya" û "Wiktionary" ne tenê li gel Kurdan li gel miletên dîtir jî xwebexşane û bê heqdest tên kirin, lê di Kurdî de kesên ku pê bilebike û pêşde bibe zêde tunene, her wiha elfabeyeke neyekbûyî û pirzaravayî jî karê wan zehmetir dike. Li ser vê yekê Wîkîferheng dibêje: " Kesên ku bi hawîyekî aktîf tê de kar dikin, bi giştî li derdora 10 kesan maye. Lê berhem û karê ku beramberî vê pêk hatîye tiştekî bêhempa ye. Meriv dikare bibêje Wîkîferheng, Wîkîpedîya bi giştî bi vî hawî tên bi rê ve birin. Wek mînak yên Îngîlîzî, Almanî û ên din bi giştî xwebexşane, bi tevkarîya kesên dixwazin tê birêvebirin. Lê di vî warî de dezavantaja Kurdî kêmasîya kesên ku bikarin bibin alîkar e. Wek tê zanîn xwendin û nivîsandin di nav Kurdî de bo şert û mercên tên zanîn kêm e. Loma li gor zimanên din Kurdî di rewşeke bi dezavantaj de ye. Wekî din, dabeşbûna zareveyî û sînorî û alfebeyî jî dîsa derdikeve beramberî me. Lê dîsa jî kî bixwaze bibe alîkar dikare bi hawîyekî bo vê projeyê bibe alîkar."

 

Ajansa Mezopotamya

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin