YUSUF KAYNAK: GELO KURD DIKARIN ÇANDA XWE LI TIRKIYE BI BANDOR BIKIN?

YUSUF KAYNAK: GELO KURD DIKARIN ÇANDA XWE LI TIRKIYE BI BANDOR BIKIN?

.

A+A-

Yusuf Kaynak

Sernav wek îddîake gir e. Ne hewce ye ku hûn li ser vê mijarê lêkolînek cidî bikin, li sî salên dawîn binihêrin. Ger hûn çavdêrek baş bin, sernav dê we qet şaş neke. Li vir tiştê ku hûn dikarin bixwînin ev e.


Di salên 90î de, bi koçkirina bi darê zorê ya ji bajarên Kurdan raya ku em ê pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bikin serdest bû; ev heta radeyekê rast bû, êdî ne rast e, ji bo ku Kurdên ku ber bi rojava hatine sirgûn kirin êdî nayên girtin. Çimak ew koçberî cihekî girseyî nebûn ew di gettoyan de nehatin teng kirin, her çi be jî, dewletê ew ji bo alîkariyê bike dersînor nekirine. Hesabê Tirkiyê ew bû ku Kurdên ku hatine sirgûn kirin li wir bihelîne û wan Kurdan di nav Tirkên rojava de bê îddîa û bê bingeh bihêle. Piştî salan, gerek Kurd bigihîjin hişmendiya neteweyî, dê Tirkiye neyê hesibandin, dibe ku ew bertekeke berevajî çêbikin. Kurd ne li erdên ku bi zimanên wan nizanine, lê li bajarên ku bi hêsanî karibin xwe biguhezînin, eger nezan bin jî bi cîh bûne û wan bi xebateke dijwar gavên lezgîn avêtine da ku xwe li jiyana bajarî biguncînin. Digel ku ji bo nifûsa gelemperî ew dijwar be ku meriv vê yekê bibêje, pirên wan zû şert û mercên jiyana xwe baştir kirin. Li gorî vê ango avahiya bajarvaniyê, avahiya wan a civakî şêweyên nû digirtin û ji nişka ve wan karîbûne xwe di piraniyê de nehêlînin bêyî ku ew çanda ku em jê re dibêjin ya welatê biyanî, ya ku di hesabê Tirkiyê de nîne, biceribînin. Îro hêdî dijwar e ku meriv ciyekî ku Kurd tê de nebin/ neketine havîngehên beravî yên Tirkiyê bibîne. Bi taybetî li bajarên Tirkan, taferelê çêbûne ku dewleta Tirkan jê hez nedikirbe jî, bi gotineke din, rûyên hin bajaran guheriye, tevna wan a civakî guheriye, bi kurtî li her bajarê Tirkan, ne yek lê belkî çend cîranên Kurd li kêleka her malbateke Tirk heye. Tevî ku em tam nizanin ka ev rewş dê ber bi ku derê ve biçe, dibe ku ew çanda xwe bi têkiliyên cîraniya baş bipejirînin, tewra ew nehêlin ku rêveberiyên bajaran zimanê ku dê di pêşerojê de di nav Kurdan de hevpar be qebûl bikin.


Mînakî, ew dikarin çanda xwarina Kurdî, dawet û çanda civatê ji cîranên xwe yên tirk re bigirin; Ger têgihîştina nasyonalîzmê li her du aliyan serwer nebe, ger jiyaneke hevpar pêk were, pêkanîna tiştên ku me gotî ne dijwar e. Ger em vî ya bi mînakeke vebêjin jî, naha her kes ji wê jê fêm nake, lê ew ê di pêşerojê de, ew ê teqez fam bikin. Dibe ku niha pûç jî xuya bike; Bi gotineke din, gelo Kurd dikarin çanda xwe li ser Tirkan serdest bikin? Ma ev pirseke rast e? Pêdivî ye ku hewl were dayîn, Kurd ne neteweyeke ku dê bi hêsanî wenda bibe, ew di parzûna dîrokê re derbasbûne heya îro hatin.


Ger Kurd li bajarekî bijîn û derfetê bibînin û ku bê tirs/xov pêşve bibin û nasnameya xwe biparêzin, mimkun e ku were vegotin ka Kurdên li wî bajarokî ji hêla etnîkî ve çawa Kurd dimînin, tewra ku Kurdên li wî bajarokî jî bi tunekirina ziman re rûbirû dimînin. Tu kes cewhera xwe winda nake, mîna ku her nasnameya etnîkî ya li Amerîkayê nasname û dîroka kesane ya xwe li welatekî sêsed û pêncî mîlyonî dizane; Ger latînîye jixwe re dibêje Latînî, Afrîkî ye jixwe re dibêjin Afro-Afrîkî, ger Rûsên li Kazakistanê ji xwe re dibêjin Rûs, ger Almanên li Polonya ji xwe re dibêjin Elman, Kurd dê li çar welatan bêjin Kurd. Lê li vir rewşeke subjektîfî heye. Min Cihû bi mebest nehesibandin. Her çend ew di nav her miletekî de dijîn jî, ew tenê neteweya mînak in ku Cihû wekî yekane jêdera neherikî mane. Lêbelê, wan pêxemberê xwe Mûsa û pirtûka wan a olî, Tewrat heye, ku Cihûyan ji hemî miletan cihê dike. Ew miletê Cihû ye ku bi hezaran sal ji dîrokê de sax maye, ew ola ku wan zindî dihêle, neteweperestiya wan a olî, ew li ser rûyê ola xwe bi dagirkerî û zordariyê jiyane, yên ku xwe wekî bê mal û bê dewlet dibînin Şoreşa Fransî, digel dewleta netewe û serdema şoreşan, li welatekî dimirin ku ew nikarine bê dewlet bijîn li hember êrîşên neteweperestê yên kesên din. Wan dewleta Îsraîlê di encama qirkirinekê de piştî komkujiya Şerê Cîhanî yê Duyem ava kirin. Di cîhana îroyîn de, bi rewşa asîmîlebûyî ya Cihûyan, ew li tevahiya cîhanê ji hêla etnîkî û olî ve hene. Rewşa wan a subjektîf/nezerî Îsraîlî tenê neteweyeke ku kariye bûye ku tevî hemû komkujiyan sax bimîne.

Em vegerin ser mijara Kurdan, Latînî û Îndiyanê li welatên din jî dijîn, Erebên Filistînî bi binecîyên xwe yên etnîkî yên Filistînî li bîst û sê dewletên Ereban ku xwedî heman ol û ziman in, dijîn û hîn jî bi nasnameya xwe têdikoşin. Tiştê ku Kurdan ji Filistîniyan cihê dike ev e ku ew Israîlî yên bi ola xwe û baweriya Cihûyan e, ku ji avahiya olî û etnîkî ya welatên ku ew lê şer dikin ji cuda dike.

Kurd nasyonalîzmê nas nakin û nikarin bibin neteweperwer; wê gavê çi bikin? ji ber ku Kurd ji Tirkan nehatine veqetandin, yekane hêmana ku dê Kurdan zindî bihêle çanda wan e, wê hingê divê ew bi çanda xwe şer bikin/tekoşîne bikin, an divê ew rê û rêyeke din bibînin, divê ew di nav girseyê de nehelin, ku xwe li hember asîmîlasyonê biparêzin. Bi sedsalan, dema ku Kurd nexwendewar bûn, wan dikaribû li hember zextên çandî yên mêtingehkaran wekî eşîrên belavbûyî li çiyayan bisekinin, dema ku ew bi mîr û axan û began ve girêdayî dimane, lê di vê serdema dîjîtal a nûjen de pêşeroja gelekan zimanan ne tenê Kurdî di xeterê de ye; Sedem eşkere ye dema ku her tişt ji ber teknolojiyê di yek zimanî de pêşve diçe, mînakî, dema ku her tişt dibe Îngîlîzî, rewşa pir zimanan di serdemên pêş de dê bibe rewşa heyî ya Kurdî, wê hingê dê çend zimanê serdest hebin, rewşê vê yekê nîşan dide. Ji ber vê yekê, pêdiviyên serdema dîjîtal divê balê bikişînin ser tiştê nûjêntir ku ew dixwazine.


Kurd dikarin li ser folklor û muzîkê nasnameya xwe ya Kurdewarî ava bikin û sînorek bêhempa di navbera wan û çandên din de deynin. Folklor hem nasnameya Kurdîye ya Kurdan geş dike û hem jî nîşane dide, folklor ne tenê lîstikên ên govendê ne, dengbejiye, çîrokbêjiye, stranên lîstikê devkî, bi hevre govend girtin û stranên yên tevlî têne lîstin. Kurd di karakterê afirandinê de taybetmendiyên xwe yên bêhempa hene, mînak, govend taybetmendiya wana herî bêhempa ye. Gundiyê Kurd jixwe dizanin, lê ger niştecihê bajêr li gorî vê lîstikê û çanda govendê tev bigerînin, ew dikare bi hêsanî di nav gelên din yên ji çandên din de gêş bibe û taybetmendiyên xwe yên bêhempa ji bo demeke dirêj zindî bihêle. Wekî din, girseyên ku di bêkariyê de mane dê bi hêsanî berê xwe nedin ser çanda piranî a serdest. Ger ew ji xweseriya xwe dûr nekeve, ger ji çanda xwe hez bike û jê re hurmet bigre, ew ê bi hêsanî xwe jê veneqetîne. Mînakî, van salên dawîn de, Kurd li metropolên mezin yê Tirkan de di festîvalên muzîkê û şahiyên govend de ên dawetê de kom dibin, bê tirs û xov bi zimanê xwe li muzîkê guhdarî dikin û bi hevre direqisîn, cîranên Tirk ên ku vê yekê dibînin carinan li ber xwe didin û carinan jî bi çavnebariyê lê dinêrin. Ev hêmanên çandî yên miletekî ne. Ew bangî li hezaran dike, bi muzîkê re nasnameyeke pêş dixe, civakan tîne cem hev. Ger çand nebin qurbana siyasetê, çanda Kurdî dê demeke dirêj nefesê bigire, ew ê hem bijî û hem jî Kurdan bike weke neteweyekê. Mijara vê gotarê ew e ku em nasnameya Kurdî çawa bidin jîyandin. Çanda Kurd çawa dikare bi çanda serdest re li ber xwe bide, çawa dikare xwe li hember wê çandê bidomîne ya girîng ev e.


Lahey, 18-09-2021

Dr. Yusuf Kaynak

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin