Li Stenbolê êrişî Tîma Jinan a Yuksekovasporê hat kirin

Li Stenbolê êrişî Tîma Jinan a Yuksekovasporê hat kirin

.

A+A-

Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovasporê (Geverê), piştî maça ku li Stenbol bi Fenerbahçeyê re lîst, li derketina stadyûmê rastî êrişa bi keviran a komeke alîgiran hat.

Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovaspor û Fenerbahçe li Stenbolê hatin pêşberî hev.

Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovasporê bi gola di deqîqeya 90+11an de bi encama 1-0 têk çû.

Tîm piştî maçê dema ji tesîsan derdiket rastî êrişê hat.

Otobusa tîmê dan ber keviran

Li gorî nûçeya Rojnameya Yuksekova Halkin Sesiyê, komeke alîgirên Fenerbahçeyê ku li derveyî stadyûmê li bendê bûn, kevir avêtin otobusa Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekovasporê.

Tîmên polîsan ên ku çûn cihê bûyerê, midaxaleyî alîgirên kir.

 Her wiha hat zanîn ku di dema maçê de jî di navbera lîstikvanên her du tîman de alozî derketiye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin