Mehmet Uçum: Yasaya piştî Serhildana Şêx Seîd dikare bibe mînak

Mehmet Uçum: Yasaya piştî Serhildana Şêx Seîd dikare bibe mînak

.

A+A-

Serekşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum li ser pêvajoya çareseriyê gotarek nivîsand û diyar kir ku parlamento ji bo pêvajoyê dikare ji yasaya piştî Serhildana Şêx Seîd îlhamê wergire.

Mehmet Uçum di analîza xwe de Yasaya Hejmar 1239an a ku piştî Serhildana Şêx Seîd a sala 1925an, di sala 1928an de ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hatibû derxistin bi bîr anî.

Uçumî di gotara xwe ya ku di AAyê de hatiye belavkirin de diyar kir ku ew yasa dikare "ji bo hiqûqa pêvajoya derbasbûnê ya îro bibe çavkaniya îlhamê.”

Nivîsa Mehmet Uçum wisa ye:

Hêviyên ku di pêvajoya derbasbûnê de derdikevin pêş

Wekî ku tê dîtin, pêvajoya derbasbûna Tirkiyeya Bêteror, di rêgeheke bingehîn de bêyî ku ji eslê xwe dûr bikeve berdewam dike. Tê fêmkirin ku em êdî derbasî qonaxeke wisa bûne ku li bendê ne gavên nû bên avêtin.

Dema ku mijarên tên nîqaşkirin û hatine rojevê li ber çavan bên girtin, gavên ku ji bo temamkirina pêvajoya derbasbûnê tên payîn, bi vî rengî dikarin bên pêşbînîkirin:

  • Divê Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê guhdarkirina Îmraliyê de biryarekê bide.
  • Ji bo ku dayikên Amedê bigihîjin zarokên xwe, divê gavên pêwîst bên avêtin.
  • Divê pratîkên çekdanînê bi berfirehkirin û bipêşxistinê bên domandin.
  • Derbarê rêxistina terorê ya ku bi dawî bûye ango li ser mijara ku rêxistina terorê bi kiryarî xelas bûye û çekan datîne, divê piştrastkirinên pratîkî û tespîtên îdarî bên kirin.
  • Divê ji aliyê Komîsyonê ve rapora hiqûqê ya derbarê pêvajoya derbasbûnê bê nivîsandin.
  • Divê Komîsyon bi şêwazê rapordayînê yê ku bi xwe diyar bike, perspektîfa bipêşxistina demokrasiyê derxe holê.
  • Li Sûriyeyê, li gorî armanca yekîtiya welêt, divê gavên yekbûnê bi awayekî bihêztir bên avêtin.

Balkişandina li ser êrêniyan, têkbirina neyîniyan

Her wiha, ji bilî van dibe ku pêşhatên curbicur ên hiqûqî û siyasî yên ku dê bandoreke erênî li pêvajoya derbasbûnê bikin jî çêbibin. Em dê van hemûyan bi hev re bijîn û bibînin. Helbet, wekî ku ji destpêkê ve tê teqezkirin, di vê pêvajoyê de gelekî girîng e ku mirov li hemberî sabotajên fikrî û kiryarî hişyar be.

Li aliyê din, tevî ku di maweya salekê de derbarê derbasbûna Tirkiyeya Bêteror de gavên gelekî girîng hatine avêtin jî, nêzîkatiyên ku destkeftiyên pêvajoyê bêqîmet dikin tên dîtin. Divê ti carî rê li ber van neyê dayîn.

Hinek derengmayînên ku di birêvebiriya demê de bi faktorên cuda derdikevin holê, ti carî nikarin wekî ku "pêvajoya derbasbûnê bi pêş nakeve" an "dê bi ser nekeve" bên şîrovekirin. Divê hemû aliyên dijmin ên vekirî û veşartî yên ku van rewşan îstismar dikin û bi rastî niyeta wan sabotekirina pêvajoya derbasbûnê ye, di her platformê de bên deşîfrekirin.

Vê qonaxa nû ya serdema derbasbûnê dê pratîkeke wisa biafirîne ku hêvî zêdetir bibin û geşbînî xurttir bibe. Tekane tiştê ku divê em jê piştrast bin ev e.

Mînakek ji Dîroka Komara Me: Yasaya hejmar 1239

Her çend bûyer, dînamîk û taybetmendiyên serdeman bi temamî ji hev cuda bin jî, di dîroka komara me de yasayeke pêvajoya derbasbûnê ya ku hatiye pêkanîn balê dikişîne.

Piştî bûyerên curbicur ên ku sala 1925an û piştî wê li dijî dewletê pêk hatin û wekî sûc hatin hesibandin, li parlamentoyê bi navê "Yasaya hejmar 1239an a Derbarê Taloqkirina Lêpirsîn û Cezayên Sûcên li Hinek Wîlayet û Qezayên Herêma Rojhilatê" yasayek hat derxistin. Yasa di Rojnameya Fermî ya 14ê Gulana 1928an de hat weşandin.

Ev yasa, ji aliyê pêdiviyên hiqûqî yên serdemê ve yek ji sepanên yekem ên dîroka komara me ye. Di zabitnameya Komîsyona Dadê ya derbarê yasayê de, pêşî hatiye teqezkirin ku efûyek nayê kirin lê ji ber ku bi mevzûata heyî negihîştine armanca xwestî, rêziknameyeke taybet guncav hatiye dîtin. Li gorî vê, armanca yasayê ew bûye ku "ewladên welêt ên ku ji aliyê hiqûqî ve fîrar in, bi bûyer an sedemên taybet û ne asayî ji rê derketine lê rêzê ji komarê re digirin û dikarin ji welêt re sûdmend bin, ji bo demeke diyarkirî ji lêpirsînê muaf bên girtin."

Bi vê yasaya ku ji şeş xalan pêk tê, lêpirsîn û înfazên derbarê kesên ku tevlî bûyeran bûne û yên ku di maweya ji destpêka van bûyeran heta 27ê Çiriya Paşîna 1927an de li wîlayet û navçeyên di yasayê de hatine diyarkirin sûc kirine û bûne bersûc an mehkûm hatine taloqkirin.

Her wiha, hatibû destnîşankirin ku ew bersûc û mehkûmên ku di wê demê de fîrar bûn û di nava sê mehan de ji dema weşandina yasayê serlêdan bikin dê ji vê taloqkirinê sûdê wergirin.

Di yasayê de hatibû pêşbînîkirin ku kesên di wê heyama diyarkirî  di çarçoveya taloqkirinê de ti sûcî nekin, dê sûcên wan ên berê jî wekî nehatine kirin bên hesibandin. Di rewşa berevajî de jî hatibû destnîşankirin ku dê hukmên Qanûna Cezayê ya Tirk ên derbarê komkirina cezayan û tekerrurê de bên pêkanîn.

Rastiya ku Parlamentoya Tirkiyeyê sala 1928an rêziknameyeke yasayî ya tekane, taybet û demkî wekî pêdiviyek tespît kir û ev yasa derxist, wekî polîtîkayeke hiqûqî ya girîng di dîroka komara me de cihê xwe girtiye. Ev tecrube, ji bo hiqûqa pêvajoya derbasbûnê ya îro, xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku qet nebe dikare ji bo nêzîkatiyeke yasayî ya tekane, taybet û demkî ya li gorî pêvajoyê bibe çavkaniya îlhamê.

Encam!

Helbet, bûyerên ku sala 1925an qewimîn û şert û mercên piştî wê, di çarçoveya xwe de tên nirxandin. Şert û merc û dînamîkên îro xwedî taybetmendiyên bi temamî cuda ne. Her wiha, nayê payîn ku tecrubeyeke hiqûqî ya dîrokî bibe mînakeke yekser ji bo îro. Li gel vê yekê, tenê ji bo tespîtkirina ku di dîroka komara me de serdemên ku pêdivî bi hiqûqa pêvajoya derbasbûnê hebûne û Parlamentoya Tirkiyeyê bersiv daye van pêdiviyan, watedar e ku em amaje bi Yasaya hejmar 1239an bikin.

Ne hewceyî şîrovekirinê ye ku Parlamentoya Tirkiyeyê dê yasaya ku pêdiviya pêvajoya derbasbûna Tirkiyeya Bêteror pê heye, li gorî şert û mercên îro bi awayê herî fonksiyonel amade bike û bipejirîne. Parlamentoya Tirkiyeyê, hem bi tecrubeya xwe ya dîrokî ya bilind û hem jî bi kapasîteya xwe ya xurt a îro, bi temamî têra wê yekê dike ku hemû îradeya xwe bêyî dudilî bi kar bîne û her kar û peywira ku di pêvajoya derbasbûnê de pêwîst be, bi temamî bi cîh bîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin