
Serok Barzanî: Pêkanîna destûrê dê bibe bingeha sereke ya gotûbêjên avakirina hikûmetê
.
Serok Barzanî teqezî li ser girîngiya pêkanîna destûra Îraqê kir got, "Pêkanîna destûrê dê ji bo avakirina hikûmeta Îraqê bibe bingeha sereke ya gotûbêjan."
Serok Barzanî li Pîrmamê Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Îrfan Sidîq pêşwazî kir.
Serok Mesûd Barzanî di civînê de got, "PDKyê tevî astengiyan bi baweriya gelê Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest xist."
Serok Barzanî qonaxa piştî hilbijartinê bi girîngî bi nav kir.
Serok Barzanî da zanîn ku divê hemû aliyên siyasî ji bo rastkirina pêvajoya hikûmraniyê û pêkanîna xalên destûrê bi awayekî cidî bixebitin.
Serok Barzanî teqez kir ku ji bo PDK û Herêma Kurdistanê, pêkanîna destûrê dê bibe bingeha sereke ya gotûbêjên avakirina hikûmeta nû.
Serok Barzanî her wiha amaje bi avakirina Hikûmeta Îraqê jî kir û wiha got: "Vetoya me li ser ti kes û aliyan nîne.
Ji bo me xala girîng ew e ku her kes û alî baweriya xwe bi federalîzma tam a li ser bingeha destûrê bîne.
Her wiha divê baweriya wan bi pêkanîna destûrê û derxistina yasayan ji bo wan xalên di destûrê de hatine hebe.
Divê ew yasayên ku li ser bingeha destûrê hatine derxistin û heta niha nehatine pêkanîn wekî yasaya Encumena Federal û yasaya gaz û petrolê bên pêkanîn.
Her kes û aliyê ku pabendî pêkanîna destûrê be, ew kes û alî dê bibin kes û aliyê herî nêzîkî me û Herêma Kurdistanê."
Serok Barzanî derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî got: "Berî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê me hemû nermî nîşan da.
Me berê jî ragihandibû ku ne merc e ew rewşa berî hilbijartinê, piştî hilbijartinê jî bimîne.
Girîng e deriyên diyalogê vekirî bin da ku karibin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin."
Serok Barzanî li ser pirsa yekrêziya Kurdan li Bexdayê jî axivî û got,"Divê baweriyeke me ya hevbeş li ser pirsên stratejîk ên Herêma Kurdistanê, li ser mijara federalîzmê û pabendbûna Bexdayê bi tevahiya xalên destûrê re hebe."
Balyozê Brîtanyayê jî ji ber serkeftina mezin a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a di hilbijartinan de Serok Barzanî kir pîroz kir.
Her du aliyan her wiha teqezî li ser girîngiya berdewamî û bipêşxistina pêwendiyên di navbera Brîtanya, Îraq û Herêma Kurdistanê de kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin