Komîteya Lêkolînê ya Siwêdayê: Hinek endamên ewlehiyê hatin girtin

Komîteya Lêkolînê ya Siwêdayê: Hinek endamên ewlehiyê hatin girtin

.

A+A-

Komîteya Niştimanî ya Lêkolînê ya  Siwêdayê ragihand ku hinek leşker û endamên ewlehiyê hatin girtin.

Komîteya Niştimanî ya Lêkolînê ya Siwêdayê li Şamê di yekemîn konferansa xwe ya rojnamegerî de ragihand ku li ser daxwaza wan hinek leşkerên artêşa Sûriyeyê û endamên Ewlehiya Giştî yên ku binpêkirin kirine, hatine girtin.

Di konferansa rojnamegerî de, Serokê Komîteya Lêkolînê Hatim Nasan mekanîzmaya karê komîteyê û pêngavên ku heta niha hatine avêtin ji bo rojnamegeran eşkere kirin.

Serokê Komîteya Lêkolînê Hatim Nasan eşkere kir ku girtin li ser bingeha lêkolînên ku li ser vîdeoyên li medyaya civakî belav bûbûn, pêk hatiye û veguhastina dadgeheke pispor.

Hatim Nasan wiha got

"Komîteyê ji bo girtina hinek endamên artêşê û ewlehiyê daxwazeke yasayî pêşkêş kir ku hatibû tekezkirin ku wan binpêkirin kirine.

Li gorî lêkolînên ku komîteyê li ser parçe vîdeoyên ku li medyaya civakî belav bûbûn, kirin.

Vîdeoyên wan, li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin. Rûyên wan diyar bûn.

Ew ji aliyê wezaretên pêwendîdar ve hatin girtin.

Leşkerên artêşê ji aliyê Wezareta Parastinê ve, endamên ewlehiyê jî ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve hatin girtin.

Komîte bi girtina wan hat agahdarkirin û çû cihê ku ew lê girtî ne lêkolîn kir.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin