LI FRANSAYÊ HEVKARÎ HATE DAMEZRANDIN

LI FRANSAYÊ HEVKARÎ HATE DAMEZRANDIN

.

A+A-

Nûnerên nehe partî û rêxistinên li Fransayê, piştî ku du civîn li ser zûmê pêkanîn, di 15ê mijdara 2025ê li Parîsê hatin ba hev û damezrandina Hevkariyê bi awayekî fermî ragihandin. Di civînê de, ji bo di çarçaveya berjevendiyên neteweya Kurdî de bi hev re tevgeriyanê, pêkanîna çalakiyên hevbeş ên pêşerojê û koordinekirina mekanizmayên di vî warî de danûstandineke fikrî ya berfirah pêk hat. 

Her wiha, bal hate kişandin ser vê yekê ku ev du mercên bingehîn ên li jêr ji bo beşdariya pêşerojê ya partiyên din jî zarûrî be:
   • Hevkarî alaya Kurdistanê ya ku li Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî tê bikaranîn ji bo hemî beşên din ên Kurdistanê jî qebûl dike.
   • Her partiyeke ku bixwaze bibe endamê Hevkariyê, dive li dijî serxwebûn û xwedî dewletbûna Kurdistanê dernekeve.

Piştî civînê, desteyeke ji çar kesan, li ser navê partiyên beşdar seredana Nûnerayetiya Hikûmeta Kurdistana Federal a Başûr kir û di warê avakirina Hevkariyê de agahdarî da. Di gel vê, biryar hate dayin ku seredana Enstîtuya Kurdî ya Parîsê jî di maweyê du hevtiyan de bê kirin.

Em hêvî dikin ku ev pêngava hevbeş û biryardar a li Parîsê hatiye avêtin, dê di nava tevgera siyasî ya Kurdî de pêşiyê li xebatên yekîtiya neteweyî ya hîn berfirêhtir veke û têkoşîna rewa ya gelê kurd bihêztir bike.

 PWK Fransa

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin