
Pirtûkên Ezîz Gerdî dê li Pirtûkxaneya Zeytûnê bên parastin
.
Wekîlê Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aryan Selahedîn ragihand ku sibe ji sedî 80ê Pirtûkxaneya Zeytûnê vedibe.
Aryan Selahedîn her wiha da zanîn ku dê di vê mehê de zêdetirî 18 hezar pirtûkên Ezîz Gerdî jî bo wê pirtûkxaneyê bên veguhestin.
Meha tîrmehê ji bo firotina eşkere ya pirtûkxaneya Dr. Ezîz Gerdî daxuyaniyek hatibû belavkirin.
Dadgeha Destpêkî ya Enkawayê, 17ê Tebaxa 2025an di rûniştineke vekirî de biryara firotina pirtûkxaneya Dr. Ezîz Gerdî da.
Wezareta Rewşenbîriyê pirtûkxane arşîv û destxetên Ezîz Gerdî bi 136 milyon dînarî ji mîratgirên wî kirî.
16ê Çiriya Paşîn a 2025an Aryan Selahadîn ji Rûdawê re got, "Piştî kirîna destxet û pirtûkên Ezîz Gerdî, biryar hat dayîn ku ew ji bo Pirtûkxaneya Zeytûnê bên veguhestin.
Ew pirtûkxane ji aliyê Koreyiyan ve tê nûjenkirin û biryar e sibe ji sedî 80ê wê vebe. Hinek hûrgilî mane ew jî dê vê mehê bi dawî bibin."
Li gorî gotina Aryan Selahadîn, piştî temambûna pirtûkxaneyê, her di vê mehê de pirtûk û arşîvên Ezîz Gerdî dê di holeke taybet a pirtûkxaneyê de bên danîn.
Zêdetirî 18 hezar û 600 pirtûkên Ezîz Gerdî ji aliyê lijneya Wezareta Rewşenbîriyê ve hatine tomarkirin û dê ji bo pirtûkxaneyê bên veguhastin.
Wekîlê Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha got, "Pirtûk dê ji Behirkê ji bo Pirtûkxaneya Zeytûnê bên veguhastin.
Me hewl da ku em xaniyê wî jî bikirin û wekî muzexaneyekê li cihê wê bixin xizmeta welatiyan lê mîratgirên wî xaniyê wî firotibûn."
Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku li ser erkdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hemû destxet, pirtûkxane û arşîva mamoste Ezîz Gerdî hatine kirîn û biryar e di demeke nêzîk de bikevin xizmeta berjewendiya giştî û destxetên wî bên çapkirin û belavkirin.
Nivîskar û wergêrê Kurd Ezîz Gerdî 6ê Hezîrana 2022yan li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kiribû.
Ezîz Gerdî kî ye?
Navê wî yê tam Ezîz Ehmed Ebdulah e, sala 1947an li Hewlêrê ji dayik bûbû û li nahiyeya Behirkê ya nêzîkî Hewlêrê dijiya û ew nezewicîbû.
Ezîz di sala 1955an de çûye dibistanê û qonaxên xwendina xwe ya navîn û lîseyê li dibistana Erbîl Ulayê ya Hewlêrê bi dawî kiriye.
Piştî wê çûye Enstîtuya Mamosteyan û hemî qonaxên wê bi pileyên herî baş qedandiye. Ji ber zîrekiya wî piştî derçûnê li Hewlêrê wekî mamoste hatiye tayînkirin.
Ji ber xizaniyê nikarîbû xwendina xwe zû bidomîne lê paşê lîsansa zimanê Fransî li Zanîngeha Mûsilê qedandiye.
Her wisa di sala 1994an de di wêjeya Kurdî de master bi dest xistiye û paşê di sala 1999an de li heman beşê doktoraya xwe wergirtiye.
Di sala 2009an de doktoraya xwe ya duyem li Koleja Ziman a Zanîngeha Koyê wergirtiye.
Dr. Ezîz Gerdî li Koleja Edebiyatê ya Zanîngeha Selahedînê mamoste bû. Zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Fransî û Farisî bi başî dizanî.
Di 74 salên jiyana xwe de 200 pirtûk ji zimanên cuda wergerandin ser zimanê Kurdî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin