Wezareta Tenduristîya Kurdistanê çend tiştên xwarinê li nav dibistanan de qedexe kir

Wezareta Tenduristîya Kurdistanê çend tiştên xwarinê li nav dibistanan de qedexe kir

Wezareta Tenduristî ya Kurdistanê firotina çend tiştên xwarinê li nav medrese û dibistanên Başûrê Kurdistanê de qedexe kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristî ya Kurdistanê firotina çend tiştên xwarinê li nav medrese û dibistanên Başûrê Kurdistanê de qedexe kir.

Li gorî agahîyên BasNewsê, Wezareta Tenduristîya Kurdistanê roja 26 Mijdara îsal fermannameyek ji tevahîya dibistan û medreseyên Başûrê Kurdistanê re şandîye û firotina çend tiştên xwarin û vexwarinê li bûfe û markêtên dibistanan de qedexe kirîye.

Li gorî wê fermannamê, firotina van tiştan hatîye qedexekirin: Kola û vexwarinên gazî, cîbs, simax û lîmontûzî, xurmayê hindî, çerezên bi qalik, benîşt.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin