Çalakvana Kurd Zara Mihemedî piştî 6 mehan hat berdan

Çalakvana Kurd Zara Mihemedî piştî 6 mehan hat berdan

Mamostaya Zimanê Kurdî û çalakava sivîl a ji Rojhilatê Kurdistanê, Zara Mihemedî bi danîna rehîneya darayî bi awayekê demkî ji zîndanê hate berdan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Zara Mihemedî bo dema 6 meh û 10 rojan di girtîgehê de bû. Ew çalakvana Kurd ji alîyê Îdareya Îtilaata Sineyê ve hatibû girtin.

Roja Duşemê, Zara Mihemedî bi danîna 700 milyon tumenî bi awayekê demkî û heta dema dadgehîkirina wê hate azadkirin.

Zara Mihemedî roja 23ê meha 5 a îsal di mala bavê xwe de li bajarê Sineyê hatibû girtin. Wê çalakvana Kurd berê dema ku di girtîgehê de bû, ji malbata xwe re gotibû ku hêzên emnî guvaş xistine ser wê daku îtîrafê bi hinek tometên bê bingeh bike, lê wê ew yek red kirîye.

Zara Mihemedî, endama rêxistina Kulturî-Civakî ya Nojîn e ku li parêzgeha Sine ya Rojhilata Kurdistanê çalakîyan dike.

Berî ku bê girtin, wê çalakvana Kurd bi awayekê xwebeş dest bi vekirin û birêvebirina kursên zimanê Kurdî li gund û bajarên ser bi parêzgeha Sineyê kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin