Weşanxaneya Peywendê pirtûkek din a Peşêw çap kir

Weşanxaneya Peywendê pirtûkek din a Peşêw çap kir

Weşanên Peywendê xebata xwe ya weşandina pirtûkên helbestvanê mezin Abdulla Peşêw didomîne. Niha jî cilda diduyan bi navê "Şev nîne hûn neyêne xewna min" weşand. Pirtûk ji alîyê Zulkuf Ergun ve ji soranî ji bo kurmancî hatîye amadekirin.

A+A-

Diyarname
 

Weşanên Peywendê xebata xwe ya weşandina pirtûkên helbestvanê mezin Abdulla Peşêw didomîne. Niha jî cilda diduyan bi navê "Şev nîne hûn neyêne xewna min" weşand. Pirtûk ji alîyê Zulkuf Ergun ve ji soranî ji bo kurmancî hatîye amadekirin.

 

Di vê pirtûkê de helbestên ji sê pirtûkên wî yên berê hatibûn çapkirin cih digirin. Cilda niha navê "Şev nîne hûn neyêne xewna min" ji pirtûkên wî yên bi navê "Roj nîne li we hêrs nebim", "Şev nîne hûn neyêne xewna min" û "Birûskçandin" pêk tê.

 

Pirtûk em bi orjînala wê ya soranî helbet bi tîpên latînî û bi kurmancîya wê her yek li rûpelek hatîye weşandin. Wekî cilda yekemîn ji bo vê cildê jî çap û bergek taybet hatîye çêkirin.

 

"Roj nîne li we hêrs nebim" ji helbestên Peşêw ên di navbera salên 1972-73'yan,  "Şev nîne hûn neyêne xewna min" ji helbestên salên 1973-79'an û "Birûskçandin" ji helbestên salên 1980'yan pêk tê.


Peşêw kî ye?

 

Abdulla Peşêw di sala 1946’an de li Hewlêrê hatîye dinê. Xwendina xwe ya seretayî û enstîtuya mamosteyan li Hewlêrê temam kirîye. Di navbera salên 1970-73'yan de li gundên Gelyawe û Kendalê li nêzîkê Hewlerê mamostetî kirîye.

 

Ew di sala 1973'yan de çûye Yekîtîya Sovyetan û li vir di sala 1979'an de li Enstîtuya Zimanên Biyanî ya Moskovayê (Moris Torez) di beşa îngilîzî û rusî ya koleja wergêranê de mastir kirîye. Wî di sala 1984'an de li Enstîtuya Rojhilatnasîyê ya Moskovayê li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebiyat û zanistên fîlolojîyê wergirtîye. Di navbera salên 1985-90'î de li Alfatih a Terablûsê li Lîbyayê mamostetî kirîye.

 

Wî helbesta xwe ya pêşî di sala 1963'yan de di rojnameya Heqlêrê de weşandîye û dîwana xwe ya qêşî jî di sala 1967'an de li Kerkûkê çap kirîye. Heta niha neh dîwanên wî yên esasî hatine çapkirin. Ew niha li Fînlandîyayê dijî.

 

 

Di çarçoveya "Hemû Berhemên Peşêw" de Weşanên Peywendê di sala 2015'an cilda yekem a vê rêzeyê weşandibû.

 

Şev nîne hûn neyêne xewna min / Ebdulla Peşêw / Cîlda 2'yan / Weşanên Peywend / 2019 / 496 rûpel

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin